Reva ji hêwilnakiya Reqayê

100 hezar sivîlên ij Reqa navend û derdorê reviyan, ji hêla şervanên QSD’ê ve ew li cihên ewle hatin bicihkirin.

Reveke di nav toz û dûxanê de heye. Li ser wesayitan sê caran li wesayitan bar hene. Cihekî ku mirov vala bibîne nîn e. Mirov bi rast û çepê de direvin.

Ji ber sedema tozê zehmet e ku mirov hinekî dûr bibîne. Bajar û gundên ku wan li pey xwe hiştin ji tozê nayê dîtin. Li pey wan dîmenên şîlo hene.

Kelîjaneke havînê heye ku mirov ji hal dixe û bayekî germ, jinên bi çarşefên reş li ber çavan dikevin. Zarok hene, di hembêza wan de pitik. Hemû ji qerem ketine.

Li ser rûçikê wan kerixînek xuya dike, li ser rûçikê dayik, ciwan û yixtiyaran…