Reşîd Silêman: Divê şerê gel ê şoreşgerî bibe model

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrînê Reşîd Silêman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk diçe, êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike û got ku “Li dijî êrîşan divê her kes tevlî parastina axa xwe bibe.

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrînê Reşîd Silêman têkîldarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastina Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî. Reşîd Silêman diyar kir ku ji ber dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana hêzên gerîla û YJA STAR’ê li  çiyayên azad de têk çû, dixwaze xeteriyekê bigihîne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojane êrîş pêk tîne. Reşîd destnîşan kir ku bi taybet herêmên Şehbayê tên hedefgirtin û got, “Herêm her roj tê bombebarankirin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze dagirkeriya xwe li ser xaka Sûriyê berfireh bike. Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku şerê li Sûriyê kûrtir bike. Bi taybet di dema ku aloziyên siyasî û aborî li welat zêde bin, hewl dide qirîza heyî veguherîne rojevek din.”

‘ARMANC TÊKBIRINA HEBÛNA KURDAN E’

Reşîd Silêman diyar kir ku ji her alî êrîşê projeya Neteweya Demokratîk dike û wiha dewam kir: “Projeya ku li ser bingeha aştî û wekheviya gelan hatî avakirin, dixwaze tine bike. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser çiyayên azad û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide Kurdan têk bibe. Em niha dibînin ku li Efrînê çi diqewime, revandin, kuştin û guhertina demografik heye. Ev hemû jî di çarçoveya guhertina nasnameya Kurdbûn û hebûna Kurdan de ne.”

Reşîd helwesta ciwanên Kurd li dijî êrîşan jî nirxand û wiha got, “Helwestên me weke Tevgera Ciwanên Şoreşger, em dibêjin dewleta Tirk a faşist û dagirker têk çûye. Armanca dagirkeriyê ew e ku di sala 2023’an de gelek herêmên bakûrê Sûriyê bi dest bixin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê çawan ku gerîla li çiyayên Kurdistanê berxwedanek bêhempa nîşan dan em ê jî wek Tevgera Ciwanan wê bersiveke tund bidin dewleta Tirk a dagirker. Em ê wek ciwanan xwedî li vê berxwedanê derkevin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Bi hêrs tolhildan em ê Erdogan têk bibin.Wek ciwanên şoreşger li dijî êrîşan me seferberiya xwe ragihand û em ê bi dil û can tevlî vê seferberiyê bibin.”

‘DIVÊ EM ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ DI JIYANA XWE DE BIKIN MODEL’

Reşîd Silêman bi bîr xist ku di dîrokê de gelên rêxistinbûyî yên axa xwe diparastin, li ser stratejiya şer xwe perwerde kirine û wiha pêde çû, “Divê em Şerê Gelê Şoreşger di jiyana xwe de bikin modêl û  ji bo şer divê em amade bin ku gel jî amade be. Gelê Kurd rastî gelek êrîşên qirkirinê hatiye. Bi taybet di salên dawî de êrîş û dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî. Gelê Efrînê ku berxwedanek bê hempa li dijî êrîş û dagirkirina Efrînê nîşan da, bu modela şerê gel ê şoreşgerî. Bi parastin, berxwedan û pêvajoya koçiyê de bi helweset û jiyana xwe nîşan dan. Divê bê zanîn ku stratejiya şerê gel ê şoreşgerî me ber bi serkeftinê ve dibe û em ê berfirehtir bikin.”

BANGA XWEDÎDERKETINÊ HAT KIRIN

Reşîd herî dawî destnîşan kir ku helwesta wan a li dijî êrîş û dagirkeriyê zelal e û wiha got, “Em ê li dijî êrîşên dagirkirinê axa xwe rizgar bikin û têbikoşin. Divê tevahî Kurd li çar perçeyên Kurdistanê bibin yek û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Ji her kesî tê xwestin ku ji bo parastina axa  xwe tevlî  serferberiyê bibe.  dema ku em hêza xwe xurt bikin û li dijî dagirkeriya Tirk xwe bi rêxistin bikin, bêguman wê planên dagirkeriya Tirk têk biçe. Wê demê em ê li welatekî azad û gelên azad û bi rêberek azad re bijîn.”