Reqa ne tenê ji DAIŞ'ê, ji zîhniyeta serdest jî azad dibe

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mûstafa: Weke gelê Reqayê, em bi hev re, bi ruhekî hevpar dikarin jiyaneke azad, biratiya gelan û neteweya demokratîk bafirînin. Em gelê Reqayê ne, em xwediyê bajarê xwe ne.

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mûstafa, armanca damezrandinê, kar û hedefên Meclîsa Sivîl a Reqayê ji ANF'ê re vegot.

Mûstafa di destpêkê de qala serpêhatiya xwe kir û got, "Ez Kurdek ji Reqayê me û di navbera salên 1994-2014'an de li Reqayê bûm. Piştî ku DAIŞ'ê di sala 2014'an de bajarê Reqayê dagir kir, min tehemûl nekir û di nava dagirkeriya wan de bijîm, mirin da pêş çavên xwe û biryar da ji Reqayê birevim. Piştî hewldaneke demdirêj ji Reqayê reviyam. Hatim Qamişloyê.

Piştî ku Girê Spî hate rizgarkirin, malbata min ji wir hate Girê Spî. Hingî fermanek derxistibûn û hemû Kurdên li wir ji bajêr diqewirandin. Malbata min jî derbasî herêmên azad bû. Girê Spî di 15'ê Hezîrana 2016'an de hatibû rizgarkirin. Piraniya gelê Reqayê hate Girê Spî. Piştî ku malbata min hate Girê Spî ez jî derbasî cem wan bûm.

Piştî ku ji Reqayê derketim, weke zarokek ji Reqayê her tim ji bo Reqayê, ji bo vê axê xebitîm. Min her tim têkilî bi şêniyên Reqayê yên derketin derveyî welat. Min ew vedixwend welatê me."

JI BO GELÊ REQAYÊ SIBEROJA XWE BI XWE DIYAR BIKE, ME MECLÎS AVA KIR

Li ser armanca damezrandina Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mûstafa got, "Bêguman meclîs di nava rojekê de ava nebû. Beriya bê damezrandin gelek mirov xebitîn. Li hundir û derve me têkilî bi gelek mirovan re danîn. Hemû jî ji Reqayê bûn. Dema ku me dît hêzên QSD'ê dest bi Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina bajarê me kiriye, me jî pêwîstî pê dît ku meclîseke sivîl a ku karibe bajêr bi rê ve bibe, ava bkin. Me ne xwest li herêmên hatine rizgarkirin valahiyek çêbibe. Me xwest meclîseke gelê me çêbibe û jê re xizmetê bike."

Mûstafa destnîşan kir ku ji bo gelê Reqayê siberoja xwe bafirîne, di vî warî de xwedî mafê gotinê be wan meclîs ava kirine û wiha dewam kir: "Ev meclîs li ser bingeha biratiya gelan, neteweya demokratîk û jiyana hevpar hate avakirin. Gelê Reqayê gelek zor û zehmetî dît. Herî dawî zilma DAIŞ'ê dît. Zilmek nema ku çeteyên DAIŞ'ê li gelê Reqayê nekir. Lê belê armanca meclîsa me ew e, ku li gel vê zilm û zordariyê, jiyaneke nû bafirîne."

SÎSTEMA RÊXISTINÎ YA MECLÎSA REQAYÊ

Têkildarî sîstema rêxistinî ya meclîsê jî Mûstafa ev agahî da:

"Meclîsa Sivîl a Reqayê ji 110 endaman pêk tê û 21 ji van jin in. Di civîna damezrandinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê de komîteyên; jinê, edaleta civakî, aborî, parastin û ewlekarî, perwerde û fêrbûn, rêxistinbûna civakî, çavdêrî û kontrol, xizmeta giştî, enerjî, paqijî û kanalîzasyon, ciwan û spor, tenduristî, çapemenî û karên civakî hatin avakirin.

Du hevserok hatin hilbijartin. Em hevserokatiyê bi Şêx Mehmûd Şewax El-Bersan dimeşînin. Li gorî sîstema me 3 alîkarên hevserokan hene ku 2 jê mêr, 1 jî jin e. Wekî din serokên her 14 komîteyan di rêveberiya Meclîsa Sivîl a Reqayê de cih digirin."

ELEQEYA GELÊ REQAYÊ JI BO MECLÎSÊ

Hevserok Leyla Mûstafa anî ziman, jin, mêr, ciwan gelek mirovên ji gelê Reqayê rojane tên cem wan û dixwazin tevlî meclîsê bibin. Mûstafa got, "Tên û dixwazin di nava meclîsê de bixebitin. Di karê xizmet û rêxistiniyê yê meclîsê de dixwazin cih bigirin. Deriyê meclîsa me di vî warî de li hemû jin û gelên Reqayê vekirî ye."

KAR Û BARÊN HEYÎ YÊN MECLÎSÊ

Di dewama axaftina xwe de Mûstafa bal kişand ser kar û barên meclîsê û got, "Li gundên hatin rizgarkirin, ji bo pêdiviyên avê, xwarinê û hwd. ên mirovan em xebitîn. Bi taybetî ji herêmên hewl tê dayin bên rizgarkirin, gelek koçber hatin. Bêguman her ku pêngav bi pêş ve diçe, hejmara koçberan jî zêde dibe. Di vî warî de, ji bo bibin bersiv ji pêdiviyên lezgîn û însanî re, me kampên nû ava kir û ketin nava hewldanan ku bersivê bidin pêdiviyên lojîstîk û tenduristiyê. Me bi giranî ev kar kir."

'LI HERÊMÊN TÊN RIZGARKIRIN, EM MECLÎSAN AVA DIKIN'

Leyla Mûstafa diyar kir, bi pêşveçûna pêngavê re gund yek bi yek hatin rizgarkirin û wiha dewam kir: "Bi rizgarkirina van gundan re pêwîstî bi avakirina meclîsên ku karibin xizmetê li van gundan bike, derkete holê. Meclîsên li gundan, vî karê xizmetê bi rêxistin dikin. Piştî ku li gund meclîs hate avakirin, komîteyên wê jî hatin birêxistinkirin. Komîteya parastinê, komîteya nan, komîteya ciwanan, komîteya jinan, bi rengekî ku karibin bibin bersiv ji pêdiviyên gel re xwe bi rêxistin kirin, xwe bi rêxistin dikin.

Mînak; niha Meclîsa Eyn Îsa xwe bi rêxistin kiriye. Li her gundekî ser bi Eyn îsa jî meclîsên cuda ava bûne. Lê hemû jî di heman demê de bi Meclîsa Eyn Îsa ve girêdayî ne.

Li aliyê Reqayê jî, mînak li herêma Hazîma gelek gund hene. Meclîsa Hazîma hate avakirin û li van gundan jî meclîs hatin damezrandin. Hemû jî bi Meclîsa Hazîma ve girêdayî ne. Rewşa Tebqayê jî bi heman rengî ye."

Mûstafa da zanîn, xebatên wan ên ji bo avakirina meclîsan dewam dikin û got, "Bajar hê bi temamî nehatiye rizgarkirin. Lê belê li herêmên hatine rizgarkirin bi giranî meclîs hatine avakirin. Dikarim bêjim, tevî Tebqayê niha li hemû herêmên Reqayê yên hatine rizgarkirin, zêdeyî 100 meclîs hatine avakirin."

HETA JI DESTÊ ME TÊ EM HEWL DIDIN JI PÊNGAVÊ RE BIBIN ALÎKAR

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mûstafa di dewama axaftina xwe de, ji ber pêngava rizgarkirina Reqayê spasiya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir û got, "Ji me re gotibûn ku ew ê hemû herêmên rizgarkirine radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin. Vê soza xwe gav bi gav bi cih tînin. Me jî soz dan ku ji aliyê lojîstîkî û tevlîbûna şervanan ve em ê piştgiriya wan bikin. Niha gelek ciwanên ji Reqayê tevlî vê pêngavê dibin. Yanî weke Meclîsa Sivîl a Reqayê çi ji destê me tê em hewl didin di pêngavê de bibin alîkar ji hêzên QSD'ê re."

EM Ê JIYANEKE NÛ BAFIRÎNIN

Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve Mûstafa got, "Em weke Meclîsa Sivîl a Reqayê amade ne soza xwe bi cih bînin. Em ê her tim xizmetê ji gelê xwe, ji bajarê xwe re bikin. Hêzên QSD'ê niha dest bi rizgarkirina bajêr kirine. Wê tevahiya bajêr rizgar bikin. Em ê jî temamiya Reqayê di bin sîwana Meclîsa Sivîl a Reqayê de bi rêxistin bikin. Em ê jiyaneke nû bafirînin.

Di dîroka Reqayê de rûpeleke nû vedibe. Ev rengê tarî wê rabe û Reqa ji nû ve zindî bibe, rengîn bibe. Dixwazim silav û rêzên xwe pêşkêşî hêzên QSD'ê yên bajarê me rizgar dikin, bikim. Ji bo rizgarkirina bajarê me gelekî hewl dan û têkoşîneke bi rengekî canfedane dimeşînin. Li pêşberî bîranîna şehîdan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim.

Weke gelê Reqayê em bi hev re bi ruhekî hevpar dikarin jiyaneke azad, biratiya gelan û neteweya demokratîk bafirînin. Em gelê Reqayê ne, xwediyê vî bajarî ne. Em ê êdî bajarê xwe, xwe bi rê ve bibin."