Reqa gav bi gav tê rizgarkirin

Taxa Reqa ya berê, birca saetê, kolana 23'an, depoya genim, qada futbolê û qadên leşkerî yên rejîmê, ku cihên stratejîk ên Reqayê ne, ji aliyê QSD'ê ve hatine dorpêçkirin.

'Cenga Mezin' a ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo paqijkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê daye destpêkirin, bi rengekî serketî dewam dike. Li eniyên bakur, başûr, rojava û rojhliat ên bajêr, şervanên QSD'ê li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke bêhempa didin. Şervanên QSD'ê bi rizgarkirina 15 taxên bajêr re 60 ji sedî yê Reqayê kontrol kirine. Şer li taxên El Berîd, Nehda, El Diriye û Hattîn ên li eniya rojava û li taxên Mansûra û Reqa berê yên li rojhilatê bajêr giran bûye. Bi rizgarkirina taxên Mansûra û Reqa berê re wê hejmara taxên rizgarkirî bibe 17. Tê payin, rizgarkirina taxa Reqa berê bandorê li tevahiya Reqayê bike. Tê gotin, DAIŞ'ê temamiya parastina xwe li ser vê xetê û derdora wê kiriye.

NAVENDA BAJÊR Û BIRCA SAETÊ

Taxa Reşîd a li eniya rojhilat çend roj berê hate rizgarkirin. Li taxên Mansûra û Reqa berê jî ku li heman eniyê ye, şer dewam dike. Mansûra taxeke ku li navenda bajêr e. Li dora Birca Saetê ku li navenda vê taxê ye, van rojan şerekî giran di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de diqeqwime. Saeta ku di 16:00 de sekiniye, hê jî birca wê li ser xwe ye. Kolana sereke ya berê xwe li bircê ye ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatiye kontrolkirin. Şervanan bi 20-25 metreyan li pêşiya bircê, li dijî wesayitên bombebarkirî benda parastinê çêkirine. DAIŞ'ê ji bo kontrola QSD'ê ya li ser kolanê bişikîne, sekvanên xwe bi cih kiriye.

KOLANA 23'AN

Li kolana 23'an jî, ku gelek rêyên Reqayê bi hev ve girê dide û li navenda bajêr e, şerekî dijwar diqewime. Şervanên QSD'ê hem ji aliyê başûr, hem jî ji aliyê rojhilat ve beşeke girîng a kolanê kontrol kirine. Rêyên sereke yên bajêr yek bi yek kontrol dikin. Kontolkirina temamiya vê kolanê, wê pişta DAIŞ'ê bişikîne.

REQA BERÊ

Taxa Reqa ya berê jî, ku yek ji taxên li eniya rojhilat e, li cihekî girîng e. Yek ji mezintirîn taxên bajêr e. Kêm maye bê rizgarkirin. Rizgarkirina temamiya taxa Reqa berê wê şerê li bajêr bigihîne qonaxeke nû. DAIŞ'ê li vê taxa ku kolanên wê teng in, amadekariyeke mezin kiriye. Bi metreyan li binê xanî û kargehan tunel kolandiye û bi rêya van tunelan xanî û kolanên li taxê bi hev ve girê daye. Her wiha bi kîsên ji xîzê çeper li ser rê û hemû kolanan daniye. Xuya ye DAIŞ'ê tevahiya xeta xwe ya parastinê li vê taxê û dora wê daniye. Bi rizgarkirina Reqa berê re, li eniya rojhilat wê DAIŞ bi giranî bişikê.

HERÊMA LEŞKERÎ Û QADA FUTBOLÊ

Li eniya rojava, li taxên El Berîd, Nehda, El Diriye û Hattînê operasyon dewam dikin. Şervanên ku ji ber operasyonên paqijkirinê wextekê navber da bûn pêşveçûna xwe, ketin nava liv û tevgerê. 50 ji sedî yê herêma ku di wexta rejîmê de weke qadeke leşkerî dihate bikaranîn, ketiye bin kontrola şervanan. Şervan ji vê derê ber bi mezintirîn qada futbolê ya bajêr ve diçin.

DEPOYA GENIM

Şervanên QSD'ê ku li eniya bakur amadekariya operasyonê dikin, li vê eniyê ewilî taxa El Kerîmê rizgar kribûn. Mezintirîn depoya genim a li bajêr li eniya bakurê rojhilat e. Şervanên QSD'ê wê di rojên pêş de li vê derê operasyonê bikin. Şervanên ku li avahiyên derdorê çavdêriyê li depoya genim dikin, car carna bi çekên giran li nuqteyên DAIŞ'ê dixin.