Rejim bi çekên giran êrîşî nuqteyên QSD’ê dikin

Rejîma Sûriye bi çekên giran êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê yên li gundê Buseyra dikin.

Di çarçoveya Pengava Bagera Cizîre ku 103 roja berdewam dike de şervanên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê tekoşinekî bêhampa dimeşinin.

Rejima Sûriye di saetên şevê de bi çêkan giran êrîş bire ser nuqtayên şervanên QSD’ê yê li gundê Buseyra yê ku ev demeke ji aliye QSD’ê ve hatiye rizgarkirin kir.

Artêşa Sûriye ev du rojin li gel çeteyên DAIŞ’ê hemwext êrîşî şervanên QSD’ê yên li gundên Cinen û Shellê dikin.