Rejîma Tirk li gundê Sûskê da

Artêşa Tirk a dagirker bi doşkayan li gundê Sûskê didin.

Li gorî ANHA’yê, artêşa Tirk a dagiker pişî êrîşa li ser gundê Til Fenderê saet 21:50’an û vir ve bi doşkayan li gundê Sûskê yê 10 kêlometreyan dikeve rojavayê Girê Spî da.

Di êrîşa saetên êvarî yên dewleta Tirk a li ser gundê Til Fender ê Girê Spî de zarokeke keç a bi navê Sara Rifat a 6 salî hate qetilkirin.

Têkildarî encamên êrîşê agahiyên zelal nehatine bidest xistin.

Êrîşên li herêmê didomin.