Rejîma Sûriyeyê derdora nuqteya çavdêriyê ya Tirk bombe kir

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê derdora nuqteya çavdêriyê ya Tirk a li gundê Şermexar a dikeve rojavayê Hamayê bombe kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku dispêre çavkaniyên SOHR’ê hêzen rejîma Sûriyeyê derdora nuqteya çavdêriyê ya Tirk a li gundê Şermexar a dikeve rojavayê Hamayê bombe kiriye.

SOHR’ê ragihand ku beriya nîvro herêma Meret El Numan bi moşek û obusan hate bombebaran kirin û hate diyar kirin ku herêma Cirninaz Marşmarin, El Tih, Til Mins, Dera yên dikeve başur rojihlatê Îdlibê hatine bombebaran kirin. Li aliyê din hate ragihand ku li herêmê balafirên keşfê digerin.