Rayedarên Rûs nameya Kongreya Star qebûl nekirin

Koordînasyona Kongreya Star ji Rûsyayê re nameyek nivîsî û tê de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û tişta divê li dij bê kirin ragihand.

Heyeta Koordînasyona Kongreya Star navenda polîsên leşkerî yên Rûs a li Kobanê ziyaret kir. Heyetê xwest, nameya ku ji bo Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn nivîsî bû radestî rayedaran bike, lê belê rayedarên Rûs name negirtin.

Nameya Kongreya Star wiha ye:

"Ji bo serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hêzên Rûsyayê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne

Mijar: Kuştina jinan li gundê Helincê-Kobanê ji hêla hêzên artêşê Tirkiyê ve di 23'yê Hezîrana 2020‘an de

Birêz serokê Vladimîr Pûtîn,

Di 23'yê Hezîrana 2020'an de em careke din bûn dîtarê sûcê şer ê ji hêla artêşa Tirkiyê ve li dijî welatê me û gelê me hat pêk anîn: Xanim, Amina Waysî, li pêşiya mala xwe li gundê Helince yê nêzê Kobanê rûniştî bû dema ew û mêvanên xwe, Xanim, Zehra Berkel û Xanim, Hebûn Mele Xelîl, ji nişkê ve ji aliyê balafirên keşfê yên tirk ve hatin hedefgirtin. Di êrişê de her sê jinên sivîl, jinên Kurd hatin kuştin.

Xanim, Zehra Berkel û Xanim, Hebûn Mele Xelîl endamên rêxistina me ya jinan Kongra Star bûn. Bi jina mîna Xanim, Amina Waysî, bi hev re, ew di civata xwe de ji bo mafên jinan û ji bo çareseriya demokratîk ji bo nakokiyên li Sûriyê dixebitîn. Wek gelê Kobanê, wan di sala 2014'an de ji bo parastina mirovahî hemberî êrişên DAIŞ’ê ber xwe dan. Ya balkêş ewe, di êvara berî salvegera pêncemîn ya komkujiya DAIŞ’ê de, ya tê de 271 sivîl - zarok, jin û pîr - bi hovîtî li Kobanê hatin qetilkirin, ew bûne hedef û qurbaniya komkujiyek artêşa Tirkiyê li Kobanê.

Ji ber bûyerê vî sûcê şer, em ji hukûmeta Rûsî û hêzên wê li Sûrî daxwaz dikin ku bi erkên xwe rabin da ku yekbûn û serweriya axa Sûrî mîzoger bikin, ji bo vegera ewle û dilxwazî ya kocberan hêsantir bikin û pêşî lê bigirin ku "siyasetek paqijkirina etnîkî" were pêk anîn, wek ku di peymana di navbera Tirkiye û Federasyona Rûsyayê ya 22’ê cotmeha 2019’an de tê gotin. Li belê heya niha, herdu aliyan heta niha gorî vê tevnegeriyan.

Gelek sûcên şer, mînak: karanîna çekên kîmyewî li dijî sivîlan li Serê Kaniyê û bombebarana tîmên tenduristî ji hêla hêzên Tirkiyê ve di cotmeh û mijdara 2019 de hate belgekirin. Ji hingê ve, Tirkiyê tu carî dev ji êrişên xwe li ser nişteciyên sivîl û êrişên leşkerî li dijî xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê nesekinand. Li herêmên dagirkirî ji hêla Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê, wek Efrîn, Girê Spî (Til Ebyat) û Serêkaniyê (Rasalain), pêkanînên qirkirina etnîkî, darvekirin, revandin û êşkence roj bi roj berdewam dike. Jin rastî eynî tundiya cînsî û sûcan dibin yên mîna di bin terora DAIŞ’ê de. Jiber vê yekê ne tesaduf e piştî kuştina Sekreteriya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûrî, Hevrîn Xelef û endama me Xanim, Aqide Usman di cotmeha 2019'an de, niha li Kobanê, pêşengên civaka jin dîsa ji hêla artêşa Tirkiyê ve hatin hedefgirtin.

Di 10 mehên borî de, herêmên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilata Sûriyê, her di bin êrişên ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê yên cîhadîst ya "Artêşa Neteweyî ya Sûriyê", de ne. Jiber topbarana û êrişên bênavber li ser niştecîhên sivîl, bi taybetî li herêmên Şehba, Til Rifat, Minbic, Eyn Îsa û Til Temir, bi hezaran kes ji malên xwe hatin derxistin. Rojane kuştinên sivîl ji van herêman têne ragihandin. Hîna sivîl û endamên hêzên ewlekariya hunderîn di êrişên yên ji hêla artêşa Tirkiyê ve li navçeyên Girkê Legê, Tirbespiyê û Kobanê hatine kuştin.

Em daxwaz dikin hûn gavan bavêjin da pêşî li sucên şer û binpêkirina yasayên navdewletî bigirin û parastina jiyana mirovan, mafên jinan û mirovan, di nav de parastina hemî komêm olî û etnîkî bikin.

Ji bo pêkanîna prensîbên lihevkirina ku me li jor qal kir û mafên mirovan ên navneteweyî, em banga serokê û hikumeta Federasyona Rûsyayê dikin ku;

•Qada hawayî ya li ser bakur û rojhilata Sûriyê bigirin.

•Lêpirsîna detayî ya kuştina jinan di 23'yê hezîrana 2020'an de li gundê Helincê-Kobanê û kesên berpirsên vê êrişê dadgeh bikin.

•Vekêşandina hêzên çekdar ên Tirkiyê û komên leşkerî yên têkildar ji axa Sûrî were mîsogerkirin.

•Piştgiriya vegera dilxwazî û bi ewlehî ya koçberên yên jiber şer, li hundur û derveyî Sûriyê, ji welatên xwe hatin derxistin, bikin.

•Ji bo çareseriya demokratîk ya şer, di nav de beşdarbûna jin û nûnerên hemû komên etnîkî, olî û siyasî li Sûriyê, gavên bilez biavêjin."