QSD: Têkoşîna me ya li dijî terora DAIŞ’ê didome

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û teqez kir ku şerê wan ê bi hevkariya Koalîsoyan Navneweteyî li dijî terorê didome.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê derbarê Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyek weşand û teqez kir ku şerê wan ê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî li dijî terorê berdewam e. QSD‘ê her wiha rola artêşa Rûsya ya li dijî nûqteyên DAIŞ‘ê li rojavayê çemê Firatê jî silav kir.

Di daxuyaniya ku li ser malpera Hêzên Sûriyeyê Demokartîk de hatibû belavkirin, ev tişt hate diyarkirin:

“Em wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk teqez dikin ku şerê me yê li hember rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê berdewam e. Pêngava me ya Bagera Cizîrê ku di 9‘ê Îlona 2017‘an de, ji herêmên rojhilatê çemê Firatê û bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî dest pê kiriye bi hemû hêza xwe berdewam dike. Armanca me ew e ku terora DAIŞ li tevahî herêmên rojhilat û gundewarên rojhilatê bajarê Dêrazor heyanî sînorê Iraqê tune bikin.

Di heman demê de, ji ber ku li rojavayê Çemê Firatê Rûsyayê li DAIŞ’ê daye, em Rûsya û artêşa wê silav dikin.”