QSD: Rejîm bi xwe temsîla îxanetê dike

Fermandariya Giştî ya QSD‘ê diyar kir ku bi hêza ji hemû pêkhatiyên Sûriyeyê pêk tê dawî li terora li herêmê anîne û got: ‘‘ Beşar El-Esed û bermahiyên desthilatdariya wê bi xwe çavkaniya îxanetê ne, niha jî dixwazin îxanetê li ser me bidin sepandin.”

Feramndariya Giştî ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) têkildarî daxuyaniya Serok Dewletê Sûriye Beşar El Esed daxuyaniyek nivîskî da û got: “Rejîma Esed bi xwe temsîla îxanetê dike.”

Daxuyaniya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk wiha ye:

 “Beşar El-Esed ê derket pêşberî çapemeniyê, hêzên me yên ku ji hemû pêkhateyan pêk tê û dawî li terora çeteyan a li Bakurê Sûriye aniye bi îxanetê tewambar dike.

Em wekî Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) ji daxuyaniyên bi vê rengî matmayî nînin, ji ber ku gelê me bi hemû pêkhateyên Sûriye ve bi giştî û Bakurê rojhilatê wê bi taybet li hember rêjîma desthilatdar serî hilda û hemû saziyên wê yên ewlekarî û leşkerî ji herêmên xwe qewitandin, her wiha gel qonaxa tarî ya dîroka zilm û zordestî ku nefesa civakê çikandibû, tune kir.

Beşar El-Esed hêza me ya ku sîstemeke civakî li ser bingehê edalet û wekheviyê ava dike, bi îxanetê bi nav dike, lê em ji daxuyaniya wî matmayî namînin. Ji ber ku hêza me ji koka vê tecrûbeyê ava bûye û wekî hêzeke netewî di her qadan de şerê terorê dike û wan têk dibe. Lê ji ber ku sîstemên serwer tevgera gelerî wekî komployeke dibînin, tekez e ku tevgera me jî bi îxanetê bi nav bike.

Em wekî Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) careke din tekez dikin ku em ê bê teredud têkoşîna xwe ya li dijî terorê berdewam bikin. Beşar El-Esed û bermahiyên desthilatdariya wê bi xwe çavkaniya îxanetê ne, niha jî dixwazin îxanetê li ser me bidin sepandin. Ji ber ku rêjîmê bi xwe komên cuda di welêt de ava kirin, van koman ziyan gihandin gel û xaka me, vê rêjîmê bi xwe derî li pêşiya terora biyanî vekir û terorên di girtîngehên xwe de serbest berdan, da ku xwîna gelê Sûriye bimijîn.

Ev e rêjîma ku tevliheviyên mezhebî û olî derdixîne, li gorî van daneyan, ew bi xwe îxanetê temsîl dike. Lê gelên Sûriyeyê li ser îxaneta ku welat parçe dike disekine û ji derveyî hêza me ti hêz din qebûl neke.”