BI DÎMEN

QSD li Qereqozaqê derbeyên giran li çeteyan dixe: Balafirek hate xistin

Şervanên QSD’ê li pira Qereqozaqê ya kantona Firatê berxwedanek bê hempa raber dikin. QSD’ê balafirek keşfê xiste xwarê. 3 çete hatin kuştin û 2 çete girtin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh heta îro ve êrîşî derdora pira Qereqozaqê ya kantona Firatê dikin. Hat ragihandin ku şervanên QSD’ê li van çeteyan didin û çete reviyan.

Komeke çeteyan bi piştevaniya bombebarankirina balafirên bêmirov, hewl da pirê derbas bike. Lê şervanên QSD’ê derbên giran li wan dan.

BALAFIREK HATE XISTIN, 2 ÇETE HATIN GIRTIN

Li gorî nûçeya ANHA’yê, komên çete yên dewleta Tirk li herêma Qereqozaq bi desteka balafiran û tangan êrîşên xwe didomînin.

Komek çeteyan hewldan li ser pira Qereqozaq derbasî aliyê herêma Sirrinê bibin. Li ser vê yekê şervanên QSD’ê bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin. Balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk jî herêmê bombebaran kirin.

Heta niha di pevçûnan de 8 çete hatine kuştin û 2 ji wan jî bi saxî ketin destê şervanan. Her wiha balafirek bêmirov û biçek hat xistin, 3 sayere hatin hilweşandin.

Li herêmê pevçûn didomin.