QSD: Li Dêra Zorê 4 gund ji rejîma Baas hate girtin

Berdevkê Fermî yê QSD’ê Kîno Gabriyel ragihand ku hêzên wan li Dêra Zorê 4 gundên ku di destê rejîmê de bûn, bi dest xistine.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabriyel têkildarî kontrolkirina gundan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Daxuyaniyî wiha ye;

ʺHêzên rejîma Baas êrîşî noqteyên hêzên me yên li gundewarên Dêra Zorê kirin da Pêngava Bagera Cizîrê û şerê li dijî terorê asteng bikin. Hêzên me bersiva êrîşê dan.

Piştî êrîşê hêzên rejîmê ragihandin ku wan li gundewarên Dêra Zorê 4 gund desteser kirine. Hêzên me nuqteyên hêzên rejîmê li herêmê hedef girtin û her çar gund vegerandin.ʺ

Di dema ku hêzên QSDʹê amadekariya domandina Pêngava Bagera Cizîrê dikin, artêşa rejîma Sûriyeyê noqteyên QSDʹê li gundewarên Dêra Zorê hedef girtin da şerê li dijî terorê asteng bikin. Di vê çarçoveyê de hêzên rejîmê şevê din û îro di saetên nîvro de nuqteyên QSDʹê hedef girtin, hewl dan ber bi herêmên rizgarkirî ve pêşve werin û derbasî 4 gundên rizgarî bûn. Hêzên QSDʹê bersiva êrîşa hêzên rejîmê da û îro her çar gund di destê rejîmê de bi dest xistin.