QSD: Di 24 saetan de 78 çete hatine kuştin

QSD`ê got di encama şerê li sersanserî xeta sînor ji şevê heta niha 78 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirler hatine kutşin. Her wiha detnîşan kir ku 20 şervan û 15 sivîl jî şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên şerê 13`ê Cotmehê ya 24 saetan eşkere kir.

QSD’ê li ser êrîş û çalakiyên şervanan ev agahî da:

“GIRÊ SPÎ

Artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê ji du aliyan ve êrîşên berfireh li dijî bajêr pêk anî. Bi hezaran şervan bersiva êrîş ên wan didin. Her wiha balafiran bêserûber tevahî bajar topbaran û bombebaran kir. Di encama şerê ku ji duh saetên sibê ve destpê kir gelek êrîşkar hatin kuştin. 

Her wiha di encama şerê dijwar, topbarana balafirên şer, li gel balafirên keşfê ji duh di saetên piştî nîvro de têkilî bi gurûpeke şervanên xwe re, qut bû.

Li eniya bajarokê Eyn Îsa komên terorîstan bi destekdayîna şaneyên veşartî xwe gihandin nêzî kampa Eyn Îsa ku hejmareke mezin ji malbatên DAIŞ`ê têde ne. Di navbera wan û şervanên me de şer derket. Tevlîhevî di kampê de derket û ji ber wê hejmareke ji malbatên DAIŞ`ê ji kampê reviyan.

SILÛK

Duh piştî nîvro piştî artêşa Tirk a dagirker bajarok topbaran û bombebaran kir bi tank û topan û bi hezarê leşkeran êrîşî bajarok kir. Di hundirê bajarok de şer derket. Her wiha di navbera hêzên me û terorîstan de li gundê Nis Tel dema dagirkeran hewl dan pêşve biçin û hêzên me bersiva wan, şer derket. Dagirkeran neçar man paşde biçin. Piştî van şeran herêm bi temamî hat bombebarankirin û topbarankirin.

Li eniya gundê Sikeriyê di navbera hêzên me û terorîstan de şer derket. Li dijî wan du çalakî hatin lidarxistin. Di encama wan de li eniya Sikeriyê 10 çete hatin kuştin, 3 alavên leşkerî hatin teqandin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Li eniya Girê Spî çeteyan kemînek ji erebeyeke ambulancê ku birîndarên sivîl radikirin hate çêkirin, xebatkarên tenduristiyê hatin revandin, heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

DÊRIK

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên keşfê gundê Xirab Reşkê, Birkê û Rîhanîkê kir hedef. Di encama wê de 3 sivîlên gundên navborî şehîd bûn.

Hêzên me bersiva jêdera topbaran dan û li dijî nuqteyên artêşa Tirk a dagirker û alavên wan ên leşkerî çalakî kirin. Di encama wê de herî kêm 3 kuştî çêbûn. Tê gotin ku sîxurên cîhazê istixbaratên Tirkî (MÎT) di nava wan de bin û erebeyeke leşkerî hat teqandin.

AMÛDÊ

Gundên Amûdê û Dirbêsiyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve têne topbarankirin. Hêzên me jî bersiva wan didin.

SERÊKANIYÊ

Hêzên me bi çalakiyên taybet li terorîstên di taxa pîşesazî zîvirîn û 8 ji wan kuştin. Yên mayî jî reviyan û taxa pîşesazî bi temamî ji wan hat rizgarkirin. Artêşa Tirk a dagirker hewl dide li dergeha sînor û gundê Til Helef pêşde biçe. Di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket û ew paşde xistin.

Duh di saetên êvarê de karwaneke sivîlên dijî şer derbasî bajêr bûn da ku banga rawestendana şer bikin, ji aliyê balafirên keşfê yên Tirkiyê vee hate bombebarankirin. Di encama êrîşa hovane de komkujiyek li dijî sivîlan pêk hat di encama wê de 12 sivîl şehîd bûn û 64 jî bi giranî birîndar bûn.

KOBANÊ

Gundên Kobanê ji aliyê baregehên artêşa Tirk a dagirker ve li gundê Sift hatin topbarankirin. Hêzên me bersiv da. Her wiha hêzên me bersiva gulebarana ku ji aliyê deriyê Murşid Pînar ve di aliyê Kobanê de dihat kirin, da. Di encama wê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

ENCAM

Ji şevê din û heta van kêliyan di encama şerê li seranserî sînor 20 şervanên me û 15 sivîl şehîd bûn her wiha 58 şervan û 64 sivîl birîndar bûn.

Hêzên me eşkere kirin ku 78 çete û leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin her wiha 28 jî birîndar bûn.”