QSD: Herêmeke berfireh ji çeteyan hate paqijkirin, 18 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku beşeke mezin a bajaroka Zîbanê ya Dêrazorê ji çeteyan hatiye paqijkirin û herî kêm 18 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku beşeke mezin a bajaroka Zîbanê ya Dêrazorê ji çeteyan hatiye paqijkirin û herî kêm 18 çete hatine kuştin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de, gundê Hewayî, beşeke mezin a gundê Teyana û bajarokê Zîbanê yên Dêrazorê paqij kir.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD′ê Ferhad Şamî ragihand ku operasyona leşkerî ya li djiî şaneyên DAIŞ û komên çekdar ên sûcdar li navçeya Zîbanê berdewam dike.
Şamî diyar kir ku dibe di çend saetên bê de, şer li navenda navçeya Zîbanê bi dawî bibe. Her wiha îşaret pê kir ku çete ber bi aliyê rojavayê çemê Firatê ve reviyane.
Şamî da zanîn ku li gund û taxên navenda navçeya Zîbanê 18 çete hatine kuştin û 4 çeteyên Dîfa El Wetenî hatine girtin.