QSD’ê şehîdên pêngava Gurzê Gelan eşkere kir
QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 11 şervanên xwe yên di pêngava Gurzê Gelan a li Girtîgeha Sînaa’yê birêve birî de şehîd bûn eşkere kir.
QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 11 şervanên xwe yên di pêngava Gurzê Gelan a li Girtîgeha Sînaa’yê birêve birî de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 11 şervanên xwe eşkere kir ku di “Pêngava Gurzê Gelan” ya bersivdayîna êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Girtîgeha Sînaa ya Hesekê de şehîd bûne.
Daxuyanî wiha ye:
“Beriya çend rojan me ji gelê xwe û raya giştî re nav û nasnameyên 11 şervanên xwe eşkere kirin ku di 20'ê Çileyê de şehîd bûn. Van şervanan di pêngava ''Gurzê Gelan'' a bersivdayîna êrişên çeteyên rêxistina ''DAÎŞ'' a terorîst ên li ser girtîgeha Hesekê de berxwedaneke qehremanî raber kirin.
Dewleta Tirk a dagirker rasterast destek da êrişên çeteyên rêxistina ''DAÎŞ'' a terorîst ên li ser girtîgeha Hesekê ya ku bi hezaran çeteyên DAÎŞ'î tê de hebûn, da ku wan ji girtîgehê birevîne û hewl da serweriya xwe li ser bajarê Hesekê, paşê tevahî herêmên ku ji aliyê hêzên me ve têne birvêbirin, ferz bike. Dewleta Tirk plan jê re danî û bi êrişê xist meriyetê.
Berxwedana ku êvara 20'ê Çileyê dest pê kir, 26'ê Çileyê roja salvegera heftemîn a rizgarkirina bajarê Kobanê û gundewarên wê bi dawî bû. Dîrok xwe dûbare dike, lê vê carê jî bi gurzê derbe li dagirkeran hate xistin.
Berxwedana şervanên azadiyê ya di pêngava ''Gurzê Gelan'' de rûpelek nû di dîrokê de vekir. Di navbera dîroka 20 û 26'ê Çileyê de, şervanên me plana dewleta Tirk a dagirker vala derxist ku rêxistina “DAÎŞ” a terorîst bi kar dianî. Tevî ku dema vê pêngavê kurt bû jî, lê encamên wê ji bo herêmên me û tevahî cîhanê mezin bûn. Şehîdên pêngava “Gurzê Gelan “ careke din cîhan û mirovahî ji xeterî û gefên mezin parast. Berxwedana şervanên me ji cîhanê re îsbat kir ku têkoşîna li dijî rêxistina “DAÎŞ” ya terorîst, ji bo ewlehî û îstiqrara herêmên me û cîhanê xwedî girîngiyeke çalak e.
Şehîdên me pêngava “Gurzê Gelan” bi serkeftinê tacîdar kirin, ji roja yekemîn ve bi rihê fedayî û lehengî şer kirin û teqezî li ser parastina ewlehî û îstiqrara herêmê kirin.
Careke din şehîdên me yên pêngava “Gurzê Gelan” nehiştin ku herêm were tarîkirin, ji ber vê yekê di têkoşîn û berxwedana me de cihekî bilind û cuda wergirtin.
Di kesayeta şehîdên pêngava “Gurzê Gelan” de em hemû şehîdên xwe yên ku ji bo gelê xwe, xwe feda kirine bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Şehîdên me wê di wijdana gelê me de bin. Careke din em soz didin şehîdên xwe ku em ê têkoşîna wan a ji bo azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Ararat Çilaxa
Nav û paşnav: Xidir El-Ubeyd
Navê dayikê: Efra
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Çilaxa
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 23'ê Çileya 2022
****
Nasnav: Azad Qamişlo
Nav û paşnav: Îzedîn Mihemed
Navê dayikê: Selma
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 20'yê Çileya 2022
****
Nasnav: Dilşêr Qamişlo
Nav û paşnav: Fadî Yûsif
Navê dayikê: Cewahir
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Til Birak
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 23'yê Çileya 2022
****
Nasnav: Egîd Agirî
Nav û paşnav: Mihemed Hecar
Navê dayikê: Refa
Navê bav: Ebdo
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 23'yê Çileya 2022
****
Nasnav: Kaya Rojava
Nav û paşnav: Rêşad Yûnis
Navê dayikê: Qesîde
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 24'ê Çileya 2022
****
Nasnav: Kor Çolî
Nav û paşnav: Xebat Mihemed
Navê dayikê: Eyşe
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 24'êyê Çileya 2022
****
Nasnav: Lorens Hesekê
Nav û paşnav: Mihemed Dexîl
Navê dayikê: Xade
Navê bav: Fîras
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 23'yê Çileya 2022
****
Nasnav: Mahsûm Dogan
Nav û paşnav: Îsa Horo
Navê dayikê: Hebîba
Navê bav: Ebdurehman
Cihê jidayikbûnê:Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22'yê Çileya 2022
****
Nasnav: Şivan Qamişlo
Nav û paşnav: Şivan Hisên
Navê dayikê: Bedîa
Navê bav: Osman
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22'yê Çileya 2022
****
Nasnav: Şiyar Qamişlo
Nav û paşnav: Seed Namo
Navê dayikê: Xensa
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22'yê Çileya 2022
****
Nasnav: Tofan Mihemed
Nav û paşnav: Egîd Xelîl
Navê dayikê: Medya
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22'yê Çile 2022.”