QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk derewan dike

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD’ê, da xuyakirin ku îdiayên dewleta Tirk ku 25, 29’ê Tebaxê û 4 Îlonê li Efrînê û der û dora wê 13 şervanên QSD’ê bûne şehîd, derew in.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi belavkirina nûçeyên derew armanc dike zemîna êrîşa li ser herêmê were amade kirin û plana dagirkeriyê bikeve meriyetê.

QSD′ê got: ′′Hêviya me ji raya giştî ew e ku ji agahiyên derew yên dewleta Tirk a dagirker bawer nekin û ji bo tenduristiya şexsî û civakê guh nedin van agahiyan."

Daxuyanî wiha ye:

′′Plana dewleta Tirk a dagirker a ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, van rojan roj bi roj zêdetir eşkere dibe û bi hemû rêbazên qirêj ev plan xistiye meriyetê. Hewil da bi agahiyên dezenformasyonê bandorê li raya giştî bike da ku “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku me li Dêrezorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û bazirganên hişbiriyê li dar xistibû pûç bike, lê bi ser neket. Di vê operasyonê de dîsa hate dîtin ku dewleta Tirk tevî hêzên din li pişt çete û bazirganên tiryakê ye. Operasyona hêzên me bi awayekê serkeftî berdewam e, dema ku dewleta Tirk negihîşt armanca xwe, li Minbicê û herêmên din êrîşê sivîlan kir û her roj herêmê dide ber bombeyan ku gel neçarê koçberiyê bike. Dewleta Tirk a ku hêvî kir ji van êrişan sûd werbigre lê pêk nehat, vê carê jî bi rêya Wezareta Parastinê agahiyên derew belav dike. Armanca bi belavkirina van agahiyên derew ew e ku zemîna êrîşa li ser herêmê were amadekirin û plana dagirkeriyê bikeve meriyetê. Herî dawî jî li gorî agahiyên ku Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker li ser esasê şerê taybet ku tu rastiya wê nîn e belav kiriye de;

Îdiayên ku dibêjin 25 û 29’ê Tebaxê û 4’ê Îlonê hêzên me li Efrîn û derdora wê di dema hewil dane êrîşên li ser xalên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 13 hevalên me şehîd bûne, ne rast in. Weke ku me di daxuyaniyên xwe yên berê de jî gotibû, hêzên me ne li Efrînê û derdora wê bi cih bûne û ne jî li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayê wê li vê herêmê tu çalakî li dar nexistine.

Hêviya me ji raya giştî ew e ku ji derewên dewleta Tirk a dagirker bawer nekin û ji bo tenduristiya şexsî û civakê guh nedin van gotinan.’’