QSDˋê nasnameya 4 şervanan aşkera kir

QSDˋê nasnameya 4 şervanên xwe yên ku di cihên cuda de gihîştinê şehadetê ragihand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên xwe aşkera kirin.

QSDˋê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şervanên wê di tevahî qadên berxwedanê û eniyên şer de bersivên tund dan dijmin û planên wan têk birin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li tevahî eniyên bi ser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rojane şerên dijwar hene. Dagirker di şerê xwe de tevahî çekên pêşketî ji balafirên şer û bêmirov, tanke û topavêjan bi kar tîne. Lê şervanên xwe bi vîna xwe ya ji pola bi piştevaniya moralên gelê xwe li hember va hovîtiyê disekinin.

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de hat gotin şervanên QSDˋê yekitiya gelan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li meydanê pêk anîn. Xwîna Ereb, Kurd, Suryan, Ermenî û Asûrî di oxira parastina vê xaka pîroz de tevlihev bû. Di vê rêya leheng û pîroz de 4 çervan gihîştin asta şehadetê.

QSDˋê sersaxî da malbatên her çar şehîdan û tevahî malbatên şehîdan û soza şopandina rêça wan heta pêkanîna serkeftinê da.

Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:

 

Nasnav: Dilgeş Çiya

Nav û paşnav: Îvan Ekrem Kurdî

Navê dayikê: Qesûme

Navê bav: Ekrem

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê-01ˋê Sibata 2025

 

Nasnav: Dildar Dirbêsiyê

Nav û paşnav: Fehed Eyûb Eyûb

Navê dayikê: Cemîle

Navê bav: Eyûb    

Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih û dîroka şehadetê: Li nexweşxaneyê-01ˋê Sibata 2025

 

Nasnav: Kendal Kobanê

Nav û paşnav: Lorans Hisên Mehmûd

Navê dayikê: Leyla

Navê bav: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Zirgan-gundê Esediyê-01ˋê Sibata 2025

 

Nasnav: Rojhat Serêkaniyê

Nav û paşnav: Mîlad Nîdal El Salim

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Nîdal

Cihê jidayikbûnê: Ebû Ziwêl

Cih û dîroka şehadetê: Zirgan-gundê Esediyê- 01ˋê Sibata 2025ˋan.