QSD′ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

QSD′ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd ku demeke berê di qezayeke leşkerî de li Kobanê birîndar bûbû, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Şervanê me Dijwar Mudris Îsa (Awaz Çiya) ê di qezayeke berê de li Kobanê birîndar bûbû, şehîd bû.

Hevrêyê me di demeke zû de tev li hêzên me yên leşkerî bû. Di gelek pêngavên hêzên me yên li dijî rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst de beşdar bû, her wiha li dijî êrişên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ber xwe da û berxwedaneke mezin raber kir.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin û em ê ji bo hêvî û armancên şehîdan wefadar bin.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nasnav: Awaz Çiya

Nav û paşnav: Dijwar Îsa

Navê dayikê: Xanim

Navê bav: Mudris

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê/1994

Cih û dîroka şehadetê: Nexweşxaneya Minbic-27′ê Comteha 2023′yan."