QSD’ê nasnameya 8 şehîdên Pêngava Gurzên Gelan eşkere kir

QSD’ê nasnameya 8 şehîdên Pêngava Gurzên Gelan eşkere kir û got “Bi saya alîkariya gelê me û fedakariya şehîdên me, xeyalên çeteyan hilweşiyan.”

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û nasnameyên 8 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan eşkere kir. QSD’ê Pêngava Gurzê Gelan piştî êrişa DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê dabû destpêkirin.

QSD’ê di daxuyniya xwe de ev agahî dan: 

“Bi belgeyên ku hêzên me dest danîn ser, di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di 20’ê meha borî de li ser girtîgeha Hesekê, hate piştrastkirin ku dewleta Tirk a dagirker di mehên derbasbûyî de û di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser zindana El-Sînaa de, bi awayekî eşkere piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê. Di heman demê de bi êrişê re artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe li ser herêmên nû, bi rêya balafirên şer û balafirên keşfê êrişên bejahî û hewayî li ser gelek herêmên wekî Eyn Îsa, Zirgan, Dêrik û Dirbêsiyê pêk anîn û hîn jî dikin.

Berfirehkirina hemleya Gurzên Gelan ji bo şopandina bermahiyên DAIŞ’ê li Reqa, Şedadê û Dêrezorê, ji bo ji holê rakirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ye.

DAIŞ’ê ji bo rêxistina xwe vejîne, bêtir komkujî li dijî sivîlan bike, saziyên sivîl û leşkerî bike hedef, kete nava hewldanên xeternak ji bo têkbirina îstiqrar û aramiya herêmê. Lê belê berxwedana şervanên me li eniyên cuda û qadên cuda, planên rêxistina terorîst a DAIŞ û alîgirên wê têk bir û bi dehan ji wan çeteyan hatin girtin û kuştin.

Piştgiriya gelê me ji hêzên me re û bi fedakariya şehîdên me, li hember çeteyan serkeftin bi dest xistin û xewn û xeyalên wan di vegerandina tarîtiyê de pûç kirin.

Hêzên me di hemleya Gurzê Gelan de ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek encamên girîng bi xwîn û xwêdanê bi dest xistine, kur û keçên xwe yên herî baş pêşkêşî gelê xwe kirin û şehîd dan.

Îro em koma 8 şervanên ku di hemleya Gurzê Gelan û li herêmên din de, piştî ku bi lehengîyeke bêhempa li dijî çeteyan şer kirin û girêdana xwe bi nirxên şoreşê û şehîdan re îspat kirin, xwîn û canê xwe feda kirin, em şehadeta wan radigihînin. Em soza xwe ji wan û hemû şehîdên xwe re nû dikin ku heta serkeftin, azadî û rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî, em ê li ser rêya wan û şopa wan berdewam bin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û tevahiya raya giştî re dixwazin û soz didin ku em ê dilsozê xwîna wan bin û heta bigihêjin daxwaz û armancên wan ên ku ji bo wê şehîd bûne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Ebdulkerîm

Nav û Paşnav: Abdulkerim Al Hamada

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Muhammed

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23’ê Çileya 2022’an

 

Nasnav: Ehmed

Nav û Paşnav: Ehmed El-Mecûn

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Newaf

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23’ê Çileya 2022’an

 

Nasnav: Ferhan

Nav û Paşnav: Ferhan Ebdulrehman

Navê Dayikê: Ayda

Navê Bav: Ebdulqadir

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23’ê Çileya 2022’an

 

Nasnav: Mihemed

Nav û Paşnav: Mihemed El-Hesen

Navê Dayikê: Mehiya

Navê Bav: Ebdulkerîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23’ê Çileya 2022’an

 

Nasnav: Seîd

Nav û Paşnav: Seîd Îbrahîm

Navê Dayikê: Basma

Navê Bav: Reşad

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23’ê Çileya 2022’an

 

Nasnav: Xaşî

Nav û Paşnav: Xaşî Hesen

Navê Dayikê: Sebriye

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23’ê Çileya 2022’an

 

Nasnav: Hogir Amûdê

Nav û Paşnav: Îbrahîm Sîdo

Navê Dayikê: Sana Seydo

Navê Bav: Enes Îbrahîm Sîdo

Cih û Dîroka Şehadetê: Ebû Rasên-Zerkan, 7’ê Sibata 2022’an

 

Nasnav: Xebat Marînos

Nav û Paşnav: Xebat Orhan

Navê Dayikê: Zulêxa

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 8’ê Sibata 2022’an"