QSD’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
QSD’ê nasnameya 7 şehîdan ku 3 ji wan di pêngava Gurza Gelan û 4 ji wan jî di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn eşkere kir.
QSD’ê nasnameya 7 şehîdan ku 3 ji wan di pêngava Gurza Gelan û 4 ji wan jî di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şehîdan ku 3 ji wan di pêngava Gurza Gelan de û 4 jî di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker ya li Dêrikê şehîd bibûn eşkere kir.
Daxuyaniya QSD’ê bi vî rengî ye:
"Em bi rêzdarî 7 rêhevalên xwe ku di Pêngava Gurzê Gelan û li Dêrikê şehîd bûne de, bi bîr tînin.
-Di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan li dijî êrişên çeteyên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê li ser girtîgeha Hesekê de ku rêhevalê me Îsa, Medenî û Xidir ku di 23’yê Çileyê de bi lehengî şer kirin gihaştin asta şehadetê.
-Di nava plana berfireh a çeteyên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê de li ser girtîgehê û bi destekdayîna ji dewleta Tirk, êriş bi rihê fedayî yê şervanên me û gelê herêmê, têk çû.
Piştî têkbirina êrişê, dewleta Tirk serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Hesekê tehemûl nekir. Di 1`ê Sibatê de bi balafirên şer stasyona kehrebeyê ya li nêzî gundê Teqil Beqil ê Dêrikê bombebaran kir û di encama wê de rêhevalê me Mihyedîn, Xebat, Siyabend û Şiyar şehîd bûn.
Rêheval Xemgîn, Şiyar, Medenî û Siyabend li dijî dagirkeran tê koşiyan û ji destpêk tevlêbûna li nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve qehremaniyek mezin meşandin. Têkoşîna xwe bi heman rihî li dijî çeteyan berdewam kir. Xwedî helwestên xurt û layîqê şoreşê bûn û ji ber wê jî tê koşiyan û gihaştin asta şehadetê.
Her rêhevalekî me ji welat û gelê xwe hez dikir û xewn û xeyalên wan tenê girêdayî serketinê bûn.
Her çar û bi baweriyeke kûr û girêdaneke xurt bi nirxên azadiyê ve ku her kêlî di jiyana xwe de pêk anîn. Ji roja yekemîn a destpêkirina gera azadiyê û heta gihaştin asta şehadetê ji bo gel û welatê xwe gav paşde neavêtin. Ev jî bi girêdana wan bi nirxên gel û şoreşê ve, diyar bû. Di rewşên zehmet de nûnertiya nirxên şehîdan, gel û rêveberiyê kir û bûn beşek ji jiyana wan a rojane.
Rêhevalên me Îsa, Xidir û Mihyedîn zarokên vî gelî û vê axê ne. Bi hezkirin erkên xwe di nava Şoreşa Rojava de pêk anî û li dijî hemû cûreyên dagirkeriyê, tê koşiyan.
Di şexsê her 7 rêhevalên xwe de em hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin. Bîranîna wan hêza me di têkoşîna li dijî dagirkeran, de zêdetir dike. Careke din em soza xwe bi şehîd, gel û rêveberiya xwe re nû dikin ku em ê têkoşîna ji bo azadiyê berdewam bikin heta ku em serkeftinê bi dest bixin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:
Navê Tevgerî: Mihyedîn
Nav û paşnav: Mihemed Mihemed
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Hesen
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Cih û dîroka şehadetê: Dêrik 1`ê Sibat – 2022`an
******
Navê Tevgerî: Siyabend Bêkes
Nav û paşnav: Ebdurehman Şêxo
Navê dayikê: Yasmîn
Navê bav: Mûsa
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Dêrik 1`ê Sibat – 2022`an
******
Navê Tevgerî: Şiyar Kobanê
Nav û paşnav: Mihemed Îsmaîl
Navê dayikê: Ferîde
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrik 1`ê Sibat – 2022`an
******
Navê Tevgerî: Xemgîn Bilbil
Nav û paşnav: Mihemed Hesen
Navê dayikê: Zelûx
Navê bav: Hesen
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Dêrik 1`ê Sibat – 2022`an
******
Navê Tevgerî: Îsa
Nav û paşnav: Îsa Abdullah
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê:Hesekê, 23’yê Çile 2022’an
******
Navê Tevgerî: Medenî Norşîn
Nav û paşnav: Medenî Bozkurt
Navê dayikê: Nûriye
Navê bav: Rîda
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê – 23`ê Çile – 2022`an
******
Navê Tevgerî: Xidir
Nav û paşnav: Xidir El-Salih
Navê dayikê: Emşe
Navê bav: Hisên
Cihê jidayikbûnê: Hisên
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê – 23`ê Çile – 2022`an