QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanêb xwe eşkere kir.

Navenda Ragihadin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku şervanên wan Mazlûm Şehba (Ehmed Mistefa), Milîtan Rojava (Mihemed Emo), Gîvara Efrîn (Pişeng Elîko) û Cengîz (fewaz Ebdullah Hemade) piştî rêwîtiya dem dirêj a têkoşînê, di demên cuda de di êrişên  hewayî yên nemerdane yên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em sersaxiyê ji xwe û ji tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Şehadeta her hevalekî me ve israra me ya domandina berxwedan û têkoşîna şoreşgerî zêdetir dibe. Em ala şehîdan li ba bikin û berxwedana wan bi serkeftineke mezin tacîdar bikin. Em ê xeyal û armancên pêk bînin."

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Nasnav: Mazlûm Şehba

Nav û paşnav: Ehmed Mistefa

Navê dayikê: Fitêm

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Tirwaziyê- 19 Nîsan 2025

Nasnav: Milîtan Rojava

Nav û paşnav: Mihemed Emo

Navê dayikê: Leyla

Navê bav: Taha

Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-6 Kanûn 2024

Nasnav: Gîvara Efrîn

Nav û paşnav: Pişeng Elîko

Navê dayikê: Nezîra

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Tirwaziye 19 Nîsan 2025

Nasnav: Cengîz

Nav û paşnav: Fewaz Hemade

Navê dayikê: Esriye

Navê bav: Ebdullah

Cihê jidayikbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Bendava Tişrînê- 8 Kanûn 2024.