QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir
QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên li Dêrazorê şehîd bibûn, eşkere kir.
QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên li Dêrazorê şehîd bibûn, eşkere kir.
Çeteyên hikûmeta Şamê duh bi sibê ji rojavayê peravê Çemê Firatê êrîş rojhilatê Dêrazorê kir. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiva êrîşê da.
QSD’ê diyar kir ku di bersivandinê de 19 çete hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne. QSD’ê got, 3 şervan û 4 sivîl şehîd bûne.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD`ê de nasnameya şehîdan hate eşkerekirin.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye: "Di bersivandina hêzên me de ya êrîşên çeteyên rejîma Sûriyeyê li dijî rojhilatê Dêrazorê, 3 şervanên me şehîd bûn. Hêzên me êrîş û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê têk birin.
Hevalên me Demhat Qamişlo (Tamir Ehmed Îbrahîm), Baran Dêrik (Ciwan Remadan Murad) û Ezam Hesekê (Xalid Horan El Etiye) ji bo ku çeteyên rejîma Sûriyeyê derbasî herêmê nebin, canê xwe feda kirin, gelek ji wan kuştin û birîndar kirin.
Em sersaxî ji malbatên her sê şehîdan dixwazin. Baweriya me bi hêzên me xurt e ku dikarin tevahî komplo û planên li dijî herêmê têk bibin. Em ê hêvî û xewnên hevalên xwe di azadiyê û serkeftinê de bînin cih."
Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Demhat Qamişlo
Nav û paşnav: Tamir Ehmed Îbrahîm
Navê dayikê: Zehra
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Qamişlo 1998
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, gundê Herdob, 29`ê Cotmeha 2023
Nasnav: Baran Dêrik
Nav û paşnav: Ciwan Remadan Murad
Navê dayikê: Biyan
Navê bav: Remadan
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dêrik 1999
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, gundê Herdob, 29`ê Cotmeha 2023
Nasnav: Ezam Hesekê
Nav û paşnav: Xalid Horan El Etiye
Navê dayikê Eliye
Navê bav: Horan
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dêrazor 1993
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, gundê Herdob, 29‘ê Cotmeha 2023