QSD’ê nasnameya 11 şervanên şehîd eşkere kir

QSD′ê nasnameyên 11 şervanan eşkere kir ku di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD′ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 11 şehîdên operayona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ′′Hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk di 10 rojên operaysona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de ku li gundewarên rojhilat û bakurê Dêrazorê daye destpêkirin, hewldanên çeteyan ên derxistina fitneyan û têkbirina ewlehiya herêmê vala derxistin.′′

QSD′ê diyar kir ku xala yekemîn a têkbirina êrişan hişyarbûna şêniyên herêmê û wefadariya rûspiyên wê ye ku ji kêliya destpêkê ve helwesta xwe ya nîştimanî ragihandin û wiha hat domandin:"Lê xala herî bi hêz berxwedana lehengî ya şervanên me ye ku li hemberî çeteyan sekinin. Şervanên me ji bingehê baweriya bi edalet û mafê rewa yê parastina şênî û herêmên xwe li ber xwe dan û planên derve yên dûrî nîştimanperweriya Sûriyeyê têk birin. Şêniyên me yên herêmê li derdora şervanên me kom bûn û ji bo serxistina operasyonê tevahî dest dan. Şervanên me jî bersiva vê helwesta wan a nîştimanî da û di oxira parastina milkên xwe û herêmê xwe giyanê xwe dan. Di şerê li hemberî çeteyan de 11 şervanên me bi xwîna xwe ya pak rûpelên berxwedan û têkoşîn nîvisandin û şehîd bûn. Şervanên me yên şehîd bûne, çete û planên wê yên ku di odeyên veşartî de hatibûn amadekirin vala derxistin.′′

QSD′ê sersaxî ji xwe û  ji malbatên şehîdan re xwest û ew ê xeta şehîdan bidomînin, berjewndiyên gel biparêzin û hewldanên xirabkirina ewlehiya herêmê û derxistina fitne û nakokiyên mezhbî têk bibin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Şivan

Nav û paşnav: Ehmed El Ebdullah

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Meter

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-Erîşa/ 2002

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-27′ê Tebaxa 2023

***

Nasnav: Dilxwaz

Nav û paşnav: Ehmed El Hirwa

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Şelan

Cih û dîroka jidayikbûnê: Sadûnî

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Bisêra- 29′ê Tebaxa 2023

***

Nasnav: Seqir

Nav û paşnav: Ehmed El Xidir

Navê dayikê: Sebha

Navê bavê: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê/1999

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Bisêra- 1′ê Îlona 2023

***

Nasnav: Muhîb

Nav û paşnav: Uweys Îbrhaîm

Navê dayikê: Şaha

Navê bav: Salih

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê- 1999

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Zîban-31′ê Tebaxa 2023

***

Nasnav: Mezlûm Xan

Nav û paşnav: Basil El Hesen

Navê dayikê: Gemra

Navê bav: Ayid

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hol 2004

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- 1′ê Îlona 2023

***

Nasnav: Ehmed

Nav û paşnav: Hisên Ilêwî

Navê dayikê: Dehiya

Navê bav: Elî

Cih û dîroka jidayikbûnê: Şedadê/ 1982

Cih û dîroka şehadetê- Mergeda-El Hesîn- 29′ê Tebaxa 2023

****

Nav û paşnav: Fewaz El Casim

Navê dayikê: Zehra

Navê bavê: Mihêsim

Cih û dîroka jidayikbûnê: El Elî-1997

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-1′ê Îlona 2023

***

Nav û paşnav: Mihemed El Hemade

Navê dayikê: Kefa

Navê bav: Ewad

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-1997

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- 1′ê Îlona 2023

****

Nav û paşnav: Ela El Mufrih

Navê dayikê: Rîm

Navê bav: Hesen

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-1996

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-1′ê Îlona 2023

****

Nav û paşnav: Fadil El Hemdî

Navê dayikê: Metra

Navê bavê: Ewad

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-1990

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- 1′ê Îlona 2023

****

Nasnav: Samî Hemîd

Navê dayikê: Qudseya

Navê bav: Hisên

Dîroka jidayikbûnê: 2001

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-1′ê Îlona 2023."