QSD’ê li gundewarên Hesekê û Dêra Zorê 6 çete girtin

QSD’ê ragihand ku di operasyonên 18’ê Nîsanê yên li gundewarên Hesekê û Dêra Zorê de 6 çete hatine destgîrkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da. QSD’ê ragihand ku hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 18`ê Nîsanê de du operasyonên hevbeş, pêk anîne.

QSD’ê destnîşan kir ku di operasyonek li bajarokê Mergeda ya gundewarê Hesekê pêk hatiye de çeteyek û di operasyona din a jî li bajarokê El-Hewayîc a gundewarê Dêra Zorê de jî  5 çete hatin hatine girtin.

Her wiha hate ragihandin ku hinek çek û amûrên li gel çeteyan jî desteser kirine.