QSD'ê li dijî MÎT'ê operasyon kir: Gelek teqemenî bi dest xist

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gelek cebilxane û teqemeniyên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) bi dest xist. Hate ragihandin ku MÎT'ê amadekariya êrişê dikir, ku tevlîheviyê derxîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona hêzên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) de gelek cebilxane û teqemeniyên rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) hatine bidestxistin.

Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:

"Gelek cebilxane û teqemeniyên ku ji aliyê MÎT'ê ve li Til Ebyad (Girê Spî), bi armanca li herêmên ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne alozî û tevliheviyê derxe, hatibûn amadekirin, ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve di 02.09.2020'an de hatin desteserkirin. Bi wan cebilxane û teqemeniyan dixwestin li Reqayê jî aloziyekê wekî li Dêra Zorê hatibû derxistin û negihaştibû encamê, derxin. Bi vê operasyonê ev amadekariyên MÎT'ê hatin têkbirin.

Cebilxaneya ku hat desteserkirin;

•83 mayin

•50 dewre

•1 demançe

•82 fîşekên demançeyê

•2 dengbir

•2 AK-47

•8 jarjorên AK-47

•700 fîşekên AK-47."