QSD’ê li Dêrazorê bersiv da êrîşan: 19 çete hatin kuştin
QSD’ê bersiv da êrîşa çeteyên hikûmeta Şamê ya li dijî Dêrazorê, 19 çete hatin kuştin û 20 çete jî birîndar bûn. Di çalakiyê de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.
QSD’ê bersiv da êrîşa çeteyên hikûmeta Şamê ya li dijî Dêrazorê, 19 çete hatin kuştin û 20 çete jî birîndar bûn. Di çalakiyê de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrîşa çeteyan a li dijî gund û bajarokên Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemam ên rojhilatê Dêrazorê, daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî parve kir.
QSD’ê di daxuyaniyê de eşkere kir ku di bersivandina êrişê de 3 şervanên wan şehîd bûne. Her wiha got ji ber ku topeke çeteyan li malekê ketiye 4 şehîd bûn û 10 din birîndar bûn.
Daxuyanî wiha ye:
“Çeteyên rejîma Sûriyeyê û hêzên ewlehiyê yên girêdayî wê îro bi top, hawan û doşkayan li dijî gund û bajarokên; Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemam êriş pêk anîn, di encamê de windahî, çêbûn.
Êrîş sibeha îro saet di 05:00’an de ji 3 aliyan ve destpê kir. Çeteyan ji gund û bajarokên Sibêxan, Diwêr û Meyadînê yên rojavayê çemê Firatê û dibin kontrola rejîma Sûriyeyê de êrîş kirin. Hemwextî bi êrîşkirina bi top, hawan û doşkayan, çeteyan hewl da derbasî herêmên me bibin, bi taybetî gund û bajarokên; Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemam ên rojhilatê çemê Firatê.
Hêzên me hewldanên derbasbûna çeteyan têk birin û şer di navbera wan de derket. Di encamê de 19 çete hatin kuştin, ji wan 6 li navçeya Zîbanê û 13 li gundê Ebû Herdob, her wiha keştiyek ku çete tê de bûn hat rûxandin û 20 çete, ji wan serçeteyê bi navê Merwan El Fadil ku yek ji berpirsên çeteyên “Usûd El Şerqiyê” yên rejîma Sûriyeyê ye, hatin birîndarkirin.
Di êrîşê de topeke hawanê li ser xaniyê welatiyekî ket, di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîdar bûn, her wiha di encama bersivandinê de 3 şervanên me şehîd bûn.
Em piştrast dikin ku hêzên me ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê wê her têbikoşin û hemû planên li dijî aramiya herêmê û şêniyan têk bibin.”