QSD'ê li Dêra Zorê dest bi pêngaveke nû kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê li dijî hucreyên DAÎŞ'ê dest bi pêngavekê kirin.

QSD'ê li herêma Vadî El Ecîc a li ser sînorê Sûriye û Iraqê ya li herêma Dêra Zorê dest bi pêngaveke nû kir. Armanc ji pêngavê têkbirina hucreyên çeteyên DAÎŞ'ê ye.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî ji hewayê ve piştgiriyê didin pêngavê. Pêngav wê bi taybetî li hemberî rêyên veguhastinê yên çeteyên DAÎŞ'ê ji bo çek û personelan bi kar tînin, bê kirin.