QSD'ê dor li keleha dawî ya DAÎŞ'ê ya li başûrê Hesekê girt-NÛ BÛ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), dor li keleha dawî ya DAÎŞ'ê ya li başûrê rojhilat ê Hesekê girtin.

QSD di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de bi pêş ve diçin û dor li bajarokê Dişişa girtine.

Pêngava Bagera Cizîrê beriya niha bi hefteyekê ji nû ve dest pê kiribû. QSD beriya bigihêje Dişişa rojên dawî bi dehan gund rizgar kir.

Bajarokê Dişişa ku li başûrê rojhilat ê Hesekê ye, weke keleha dawî ya çeteyên DAÎŞ'ê tê dîtin.

Tê gotin ku gelek serçeteyên DAÎŞ'ê li vê herêmê ne û êrîşên li ser herêmê jî ji vir tên plankirin.

Şervanên QSD'ê ku dor li herêmê girtine, bi çekên giran ber bi bajarokê Dişişa ve diçin.

2 GUND HATIN RIZGARKIRIN

Li aliyê din şervanên QSD’ê gundê El-Tirêfawî û Ebdûelal ên dikevin rojhilatê navçeya Şedadê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.