QSD'ê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk anî xwarê

QSD'ê li rojhilatê Eyn Îsayê, balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker anî xwarê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku doh saet di 11:00 de li rojhilatê Eyn Îsayê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker aniye xwarê.

Şervanê QSD'ê Egîd Girê Spî diyar kir ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk her roj li ser herêmê digerin û êrişî sivîlan dikin.

Hate ragihandin ku balafira hate xwestin, ji bo êrişî sivîlan bike li qada hewayî ya herêmê bû.

Egîd Girê Spî anî ziman ku wan liv û tevgera dijmin a li eniyê şopandin, beriya ku balafirê bînin xwarê dewleta Tirk bi çekên giran û topan bombardûmaneke giran li herêmê kir, piştre balafira bêmirov hate herêmê û got, "Piştî vê şopandinê hevalên me ew balafir anîn xwarê."

Şervanê QSD'ê bi dewamî got, "Dewleta Tirk a dagirker ku bombeyan li herêmên me dibarîne, bi taybetî li Eyn Îsayê êrişan dike. Dewleta Tirk her tim êrişî sivîlan dike û hewl dide tirsê bixe nava milet."

Egîd Girê Spî diyar kir ku QSD her tim amade ye herêmê ji êrişan biparêze.