QSD’ê 300 koçberên din rizgarkirin

Şervanên QSD’ê yên ber bi bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê ve pêş ve diçin, 300 sivîlên din ên ku çeteyên DAÎŞ’ê weke mertalên zindî bikar danîn, rizgarkirin.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê yên li dijî qada dawî ya çeteyên DAÎŞ’ê ya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ bê navber dom dike. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di navbera şervanên QSD’ê yên ber bi Hecînê ve pêş ve diçin û çeteyên DAÎŞ’ê de şerê dijwar rû didin.

Şervanên QSD’ê yên ku ji bo welatiyên sivîl ji destê çeteyên DAÎŞ’ê yên ku weke mertalên zindî bikar tînin korîdorekî ya rizgarkirinê berî çend rojan vekiribûn re bi sedan sivîlên din rizgar kirin. Çavkaniyên QSD’ê ragihand ku îro li herêmê piranî jin û zarok bi kêmanî 300 sivîl rizgarkirine.