QSD’ê 200 sivîlên din rizgar kir

Li eniya Hecînê şervanên QSD’ê 200 sivîlên din ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê li eniya Hecînê didome.

Şervanên QSD’ê li eniya Hecînê 200 sivîlên din ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin û birin cihên bi ewle.

Şervanên QSD’ê yên ku ji bo welatiyên sivîl ji destê çeteyên DAÎŞ’ê yên ku weke mertalên zindî bikar tînin korîdorekî ya rizgarkirinê berî çend rojan vekiribûn re bi sedan sivîlên din rizgar kirin. Çavkaniyên QSD’ê ragihand ku îro li herêmê 200 sivîlên din ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirine.