QSD: Êrîşên li Zirgan, Girê Spî û Kobanê hatin têkbirin
QSD’ê encamên şer û çalakiyên şervanana ên di çarçoveya erka xweprastinê yên 24 saetên dawî de eşeker kir û diyar kir ku di şer de gelek çete hatine kuştin.
QSD’ê encamên şer û çalakiyên şervanana ên di çarçoveya erka xweprastinê yên 24 saetên dawî de eşeker kir û diyar kir ku di şer de gelek çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ne dewletaTirk û ne jî çeteyên wê li gorî peymanên hatine erêkirin tevdigerin. QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wan êrîşên xwe yên li ser herêmên sivîl dewam dike.
QSD’ê ev agahî da:
“Ruxmê ku hêzên me yên parastina sînor di çarçoveya lihevkirinê de derbasî rewşa parastinê bûn jî, artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve êrîşên xwe li dijî hêzên parastian sînor ya artêşa Sûrî berdewam kirin, êrîş li ser gelek gundewarên herêmê lidar xistin û xwestin dagirkeriya xwe berfireh bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan.
EBÛ RASEN
Artêşa dagirker bi 50 wesayîtan li derdorê gundên Ing el-Hewa û Xirbet Cimo xwestin êrîş bibin ser çeperên hêzên hikûmeta Sûrî û gundên li derveyî agirbestê dagir bikin. Hêzên me bi armanca parastina van gundan bersiv dan êrîşan û di encam şer qewimî. Di encama şerê li vê herêmê û gundê Til el-Werd hejamrek zêde çete hatin kuştin û brîndarkirin, her wiha wesayîteke kar hate rûxandin.
GIRÊ SPÎ Û KOBANÎ
Artêşa dagirker û komên çete bi hejmarek mezin çete û piştevaniya hêza hewayî li gundên Evdikê, Çariqlî û Berberiyê êrîş lidar xistin û hewl dan herêmên nû dagir bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan û di encamê de şerê giran qewimîn, di hemû xetan de êrîşa artêşa dagirker û komên çete hatin şikandin.
Di bersivdana hêzên me de bi dehan çete hatin kuştin û brîndarkirin.
5 hevalên me di vê berxwedanê de brîndar bûn.”