QSD: Bayraktaroglû nirxên mirovahiyê parast
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), şoreşgerê enternasyonalîst Ulaş Bayraktaroglu ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû bi peyamekê bibîranî.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), şoreşgerê enternasyonalîst Ulaş Bayraktaroglu ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû bi peyamekê bibîranî.
Fermandariya Giştî ya QSD′ê, Fermandarê Leşkerî yê Giştî yê Hêzên Azadîxwazên Yekbûyî (BÖG) Ulaş Bayraktaroğlu (Memed) ku beriya çend rojan di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû bi daxuyaniyekê bi bîr anî û destnîşan kir ku şehîd Ulaş yek ji damezrênerên tûgaya enternasyonalîst a hêzên QSD′ê bû.
Daxuyaniya QSD'ê wiha berdewam dike;
″Hemû azadîxwaz ên cîhanê berê xwe dane şoreşa Rojava, beşdarî nava refên hêzên me yên şerê terora cîhanî dikin bûn, nirxên demokrasiyê û mafên mirovan parastin û fedakariyeke mezin di şerê li dijî terora DAIŞ′ê de dan.
Bi sedan azadîxwaz ên cîhanê û şoreşgerên di vê oxirê de şehîd bûn.Beriya çend rojan jî Fermandarê şoreşger Ulaş Bayraktaroğlu (Memed) beşdarî Hemleya Xezeba Firatê bû, tevlî karwanê cangoriyên azadiyê bû.Şehîd Memed yek ji damezrênerên tûxay enternasnonalîst a girêdayî QSD′ bû û Fermandarê Leşkerî yê Giştî yê Hêzên Azadîxwazên yekbûyî ku li kêleka hêzên me şerê dikirin û bersiva terorê didan, bû.
Şehîd Memed nûnertiya yekîtiya gelên demokratîk û azad dikir û parastina nirxên mirovahiyê dikir, her wiha bersiva terorê û tundrewiyê dida.Wek Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) em li hember fedakariya her şervanekî azadîxwaz û di serî de şehîd Memed bejina xwe ditewînin. Em soz didin ku em ê şerê li dijî terorê bidomînin û ala azadî, biratî û demokratsiyê hildin.’’