QSD: Êrîşên dagirkeran didome

QSD’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yen li dijî Girê Spî û Til Temirê didome.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

GIRÊ SPÎ

“Di  7’ê Sibatê de artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên li ser rêya M4’ê kirin. Piştî van êrîşan şerek çêbû û 6 çete hatin kuştin.

TIL TEMIR

Di 7’ê Sibatê de artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî bejahiya Til Temirê kirine. Di van şeran de 6 şervanên endamên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûne. Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşên xwe didomîne.”