QSD: 12 gund û gundikên wê hatin rizgarkirin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî pêşveçûna Bagera Cizîrê daxuyanî da û diyar kirin ku hêzên wan 12 gund û gundikên derdora van gundan ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirine.

Navenda Ragîhandinê ya QSD'ê bîlançoya hefteya destpêkê ya hemleya rizgarkirina bajaroka Dişîşe ya Hesekê ku di çarçoveya Bagera Cizîrê hatiye destpêkirin, bi daxuyaniyekê eşker kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera Fermî ya QSD'ê hate weşandin wiha ye:

"Hêzên me  efteya yekem a hemleya rizgarkirina bajaroka Dişîşa ya Hesekê bi dawî kir. Hêzên me li herdû eniyên hemleyê yên rojhilat û rojava li gorî plana ji aliyê Odeya Çalakiyan ve hatiye amadekirin pêş ket. Di encamê de xisrên mezin gihandin rêxistina DAIŞ a terorîst. Hêzên me ji aliyê rojhilat ve 9 kîlometreyan pêş ve çû û ji aliyê rojava ve jî 13 kîlometreyan pêş ve çûne.

Di encamê de hêzên me gundên El-Hemîdiye, Sefiyan, El-Mezar, El-Xibêre, El-Hecle, Şemas, Husên El-Hecle, El-Hese, El-Odat, Kilêb, Murcan û Em Mehfûra her wiha gelek gundikên derdora wan ji çeteyan rizgar kirin. Bi sedan welatiyên sivîl ku di gundên navborî de asê mabûn ji cihên şer hatin dûrxistin. Gundên hatin rizgarkirin tijî mayîn û erebeyên bombebarkirî yên çeteyan bûn. Ekîbên me yên pspor ketin tevgerê û mayîn bê bandor kirin. Di wan gundan de 5 tunel hatin dîtin.

Di şerên 4 rojên dawî de jî hêzên me bi awayekî yekser bi terorîstan re ketin şer. Di şer de çeteyan çekên giran û navîn bi kar anîn. Terorîstan her wiha dan erebeyên bombebarkirî biteqîn in, lê hêzên me 2 erebeyên wan ên bombebarkirî beriya bigêjin armanca xwe teqandin. Hêzên me di heman demê de 2 motorsiklêtên ku çeteyan bi kar dianîn ji dûr ve teqandin. Balafirên koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê jî tevgera terorîstan şopandin û baregehên wan yekser bombebaran kirin.

Di şerê 4 rojên dawî de gelek terorist hatin kuştin, hin ji wan jî bi saxî ketin destê şervanên me. Hêzên me dest danîn gelek çek û cebilxaneyan.”