Qîrîna Qamişlo kete sala xwe ya 3’an

Ev sê sal derbas bû, hê jî dema ku behsa wê dibe ew êş û xemgînî di nava xelkê Qamişlo de dikele.

Çeteyên DAÎŞ’ê 27’ê Tîrmeha 2016’an teqîneke mezin li nava dilê Qamişlo teqandin. Ev bûyer tevî 3’ê sal li pey xwe hişt lê hê jî dema qala wê demê tê kirin êş û xemgînî di nava xelkên Qamişlo de dikele.

Di vê teqîna hovane ku sivîl kirin hedef de, zêdetirî 40 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. Dîsa ziyanek mezin gihişte avahiyên li herêmê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev teqîn teqîna herî mezin bû ku li bajarê Qamişlo ji destpêka şerê li Sûriyeyê ya sala 2011’an destpê kiribû. Vê bûyerê gelek êş bi xwe re anî û çîrokên taybet di nava xwe de hewand.

Piştî bûyerê li cihê ku teqîn lê pêk hat bi hezaran Kurd kom bûn û banga azadiyê kirin.

Qêrîna dayikan, hewara bav û qêrîna zarokên Qamişlo gelek çîrokên xemgîn û diltezîn li ser dîwarên bi xwîn neqişandin.

Ev êşa li Qamişlo ti carî nayê jibîrkirin.