Qesra Spî: Divê hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Qesra Spî ya têkildarî hevdîtina Serokê DYA ya li gel  Erdogan re hate dayîn, hate diyarkirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewldanên wan dewam dikin.

Di daxuyaniya ji aliyê Qesra Spî ya têkildarî hevditîna Donald Trump a bi rêya telefonê ya li gel Erdogan  hate dayîn de,  bikaranîna gotina “Ji bo derbaskirina fikarên ku bandorên neyînî li ser têkiliyên herdu aliyan dike” durketin, bal kişand. Lê di ‘fikarên’ hatin kirin de ne hate zelalkirin ku qala çi dike.

Di daxuyaniya Qesra Spî de wiha hat gotin: “Qala têkiliyên bi hêz ên di navbera Tirkiye û DYA yên ku mutefîkê NATO’yê û xwedî hevkariya stratejîk in hate kirin, têkildarî bûyerên herêmî gotûbêj kirine."

Di daxuyaniya ji aliyê Serokkomarê Tirkiye ve hatî kirin de heman  îfade hatin bikaranîn, Qesra Spî li şûna ‘girîngiya têkiliyên bi hêz’, ‘girîngiya bi hêzkirina têkiliyan pejirandindiye’ bikaranîniye.