QSD’ê berpirsê kuştin û mayînan jî di nav de 6 çete girtin

QSD’ê di operasyonên li gunedwarên Hesekê û Dêra Zorê de berpirsên kuştin û mayînan jî di nav de 6 çete girtin.

Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê daxuyaniyek da û ragihand ku wan bi desteka hawayî ya Koalîsyona Navneteweyî 2 operayon li dijî şaneyên DAÎŞ'ê lidar xistin.

QSD’ê operasyona yekemîn li herêma El-Hewayîc a gundewarê Dêra Zorê û ya din li bajarokê Mergeda yê navçeya Şedadê ya gundewarê Hesekê pêk hatin.

QSD'ê ragihand ku di encamê van her du operasyonan de, 6 endamên şandeyên DAÎŞ'ê ku berpirsê pêkanîna qetilkirin û çandina mayînan e hatin girtin, her wiha rêjeyek çek, cebilxane, madeyên teqemeniyê û miqdareke mezin a pere li gel wan desteserkirine.