Qanûna Malbatê ya ku civaka demokratîk ava dike -2

Qanûna Malbatê ya ji 41 xalan, ku civaka demokratîk ava dike, bi xurtkirina Qanûna Jinê re ya ku pîvanên jinê ye, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve hate amadekirin. Di sala 2023'an de jî li Kantona Cizîrê kete meriyetê.

Bi Qanûna Malbatê re li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xurtkirina malbatê û parastina mafên kesayetên li nava malbatê gaveke girîng hate avêtin. Qanûn wê tevkariyê li wê yekê bike ku li nava civakê bandoreke erênî bike û têkiliya nava malbatê hîn bi erênî bê meşandin. Bi ewlekirina mafên medenî re 'zewaca' bi gelek jinan û di temenê biçûk de hate qedexekirin. Bi Qanûna Malbatê re têkildarî mijarên weke tundiya li nava malbatê re pêkanînên tund hatin ferzkirin, ji bo parastina jin û zarokan tedbîr hatin wergirtin. Her wiha di mijarên cihêbûn û zewacê de jî sererastkirinên berfireh hatin kirin, hate xwestin ku têkiliyên nava malbatê bi rengekî adîl bêne meşandin. Qanûna Malbatê ji 6 sernavên zewac, cihêbûn, bandora cihêbûnê, debara xizman, xizm û sûcên têkildarî malbatê pêk tê, xwedî 41 xalan e. Qanûna Malbatê piştî karekî ji sê salan hate amadekirin û di sala 2023'an de li Kantona Cizîrê hate pejirandin û ji hingî ve di meriyetê de ye.

Parêzer Aynûr Paşa ku ji nîqaşên li ser Qanûna Jinê heta bi amadekirina Qanûna Malbatê amade bû, di beşa duyemîn a dosya me de qala girîngiya Qanûna Malbatê kir.

DI SALA 2019'AN DE NÎQAŞÊN LI SER QANÛNA MALBATÊ DESTPÊ KIRIN

Aynûr Paşa anî ziman ku Qanûna Jinê ya ku pîvanên jinê diyar dike bi Qanûna Malbatê re hate xurtkirin û got, "Qanûna Jinê ya ji 26 xalan heye, lê belê di pratîkê de yanî di dadgehê de gelek pirsgirêk rû didin. Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi konferansa xwe ya yekemîn re ku sala 2019'an pêk anî û nûnerên 62 rêxistinên jinan û jinên serbixwe lê amade bûn, guhertin pêk anî, Qanûna Jinê weke pîvanên jinê nirxand û biryar da ku Qanûna Malbatê bê amadekirin.

Qanûna Jinê ku di salên 2016-2018'an de timî bû mijara nîqaşê, bal kişand ser pîvanên jinê. Ji ber qanûnên ku bi rengekî giştî hatibûn amadekirin, li pêşiya parastina jinê ya li nava malbatê astengî dihatin afirandin. Di sala 2016'an de di bin navê qanûna sûc û ceza de mafên jinan hatibin ewlekirin jî aliyên xwe yên kêmmayî hebû. Xalên li ser şertên zewacê, şertên cihêbûnê, zewaca bi gelek jinan re, zewaca di temenê zarokatiyê de, zewaca li gorî dilê zilam, hîn nebûbûn qanûn. Qanûnên ku di dema cihêbûnê de mafê jinê diparêzin, di çarçoveya tifaqê de cihêbûnê ji xwe re hedef, hatin diyarkirin. Xalên li ser mijarên; destwerdana dadgehê li pirsgirêkeke navbera jin û mêr, şertên zewacê, peymana navbera jin û mêr, di mijara zewacê de parastina mafê jinê Qanûna Malbatê ya ji 41 xalan hate amadekirin."

DI SALA 2023'AN DE LI KANTONA CIZÎRÊ KETE MERIYETÊ

Aynûr Paşa diyar kir ku piştî rizgariya Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê û tevlîbûna wan a li nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bandor li xurtkirina Qanûna Jinê kir û got, "Qara Rojava tevî ku salên dûr û dirêj şahidî ji têkoşîna jinê re kir û bi vê têkoşînê xurt bû, qanûn di encama têkoşîneke zehmet û mezin de hate pejirandin, lewma nedihate payîn ku li nava gelê Ereb bi hêsanî bê qebûlkirin. Li qadên rizgarkirî ji ber nêzîkatiyên eşîrtiyê, her wiha xurtbûna Îslamiyetê dibe ku Qanûna Malbatê bi hêsanî neyê qebûlkirin. Qanûna Malbatê ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate amadekirin, di nava şert û mercên asayî de diviyabû li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biketibûya meriyetê, lê belê niha tenê li Kantona Cizîrê di meriyetê de ye.

Ji bo Qanûna Malbatê bi temamî bikeve meriyetê divê li nava civakê zanebûn hebe. Ji ber karên ku dewam dikin, li her kantonê wê bi kesayetên civakê re nîqaş bê kirin û ji aliyê Meclîsa Qanûndanînê ve bê pejirandin. Berê li Kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê bi hukmê Qanûna Jinê civakek hate afirandin, Qanûna Malbatê jî asta temamkirina Qanûna Jinê ye, asteke wê ya bilind û berfireh e. Lewma em nikarin bibêjin ku Qanûna Malbatê li van deveran derbas nabe, lê belê bi temamî nikare bikeve meriyetê. Li qanûna ku li Kantona Cizîrê di meriyetê de ye wê tenê xala Qanûna Mîrateyê bê zêdekirin û bi vî rengî bê temamkirin. Ji ber ku li Sûriyeyê du cûre Qanûna Mîrateyê heye. Qanûna Mîrateyê ya Medenî û ya Şerîatê. Em ê Qanûna Mîrateyê ya Medenî ji xwe re bikin esas û jinûve biafirînin."

WEZÎFEYÊN SAZIYA MALBATÊ TÊ DIYARKIRIN

Aynûr Paşa destnîşan kir ku Qanûna Malbatê bi taybetî pênasekirina zewacê dike û mafê hevjiyanê ya zayendan ji xwe re dike pîvan. Aynûr Paşa bi dewamî got, "Em jiyaneke hevpar a navbera jin û mêr diparêzin. Bi jiyana hevpar re jî modeleke malbateke demokratîk diafirînin. Zayend bi vî rengî saziya malbatê ava dikin. Di saziya malbatê de jî hem bedewiyên jiyanê, hem jî zor û zehmetiyên wê bi hev re têne hilgirtin. Piştî ku saziya malbatê ya hate avakirin gihîşt wê astê ku nema dikare bê meşandin, hingî bi tifaqê cihêbûn pêk tê, lê belê dema ku tifaq pêk nehat hingî Komîteya Lihevkirinê dikeve dewrê. Mala Jinê bi vê rolê radibe. Di rewşeke welê de ku nehate çareserkirin, weke çareya dawî di çarçoveya Qanûna Malbatê de serî li dadgehê tê dayin.

Peymana Zewacê ya herdu zayendên di ser 18 salî re jî esas tê wergirtin. Jin û mêr saziyeke malbatê ava dikin. Mafê zarokan jî heye ku li nava malê nêrîna xwe bibêjin, nêrîn û pêşniyarên xwe têkildarî saziya malbatê diyar bikin. Di nava saziya malbatê de her kes xwedî wî mafî ye ku nêrîna xwe bibêje, xwedî fikir û îrade be. Bi modela malbata demokratîk re hîmê civaka demokratîk tê danîn. Malbat çiqasî demokratîk bibe civak jî ewqasî wê demokratîk bibe."

BI HEVPEYMANA CIVAKÎ RE MAFÊ JINÊ HATE PARASTIN

Aynûr Paşa destnîşan kir ku Qanûna Malbatê mafên jinê yên li nava civakê bi rengekî şênber ewle kiriye û qala rola jinê ya li nava Hevpeymana Civakî kir: "Jin di nava komîteyeke ji temsîliyeta ji sedî pêncî de Hevpeymana Civakî hate nîqaşkirin. Her xaleke xwe, xwe dispêre wekheviya zayendî. Hevpeymana Civakî ku xwe dispêre sîstema hevserokatiyê, ji avakirina malbateke demokratîk jî berpirsyar e. Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî parçeyek ji Hevpeymana Civakî ye û mîna li her qada jiyanê di qada aboriyê de jî işaret bi îradeya jinê kir.

Di Hevpeymana Civakî de xweseriya jinê hate parastin. Jinên li nava Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê yekser bi Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî bin, temsîliyeta xwe bi xwe diyar bikin. Bi vî rengî sîstemeke konfederal esas tê wergirtin. Meclîsa Edaletê ya Jinê wê bê birêxistinkirin. Mijarên ku li dadgehê di mijara jinê de nehatine çareserkirin wê biçin ber destê Meclîsa Edaletê ya Jinê. Bi kurtasî di Hevpeymana Civakî de mafên jinan jî hatin ewlekirin û parastin."

Her wiha diyar kir ku Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê îsal konferansa xwe ya duyemîn lidar bixe, yek ji xalên esasî yên rojevê jî avakirina Hevpeymana Civakî ya Jinê û guhertina Qanûna Malbatê ye.