Qamişloyî: Em ê dîwarê dagirkeriyê hilweşînin!

Qamişloyiyan gotin ew ê dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û dîwarê dagirkeriyê qebûl nekin û peyama, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'' dan.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişlo Bexçet Xelîl têkilî greva birçîbûnê li ser grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirî û li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê û li çar hêlên cîhanê berbelav bûyî got,''Dixwazin ku tecrîda li ser Rêber Apo rabe û di vê rêyê de jiyana xwe jî li ser bikin wê dev ji vê rêyê neqerin. Ew li vê rêyê rawestiyane.'' Xelîil diyar kir Saziya Malbatên Şehîdan li pey greva birçîbûnê ne.

Xelîl bal kişande ser bêdengiya NATO û saziyên mafê mirovan a li bara dagirkeriya Tirk û dîwarê ku dewleta Tirk lê dike û got, ''Çawa dewleta T.C'ê ya ku bi hiqûqê tevnagere nabîne, nabihîse û dibe temaşeker?''

Xelîl diyar kir divê Kurd li dijî vê rawestin û got, ''Weke Rêber Apo gotî, ''heke tu li nirxên xwe xwedî derneyî wê kesek li te xwedî derneye'' û em ê jî li nirxên xwe xwedî derkevin û heta ku vî dîwarê dagirkeriyê hilweşînin em ê ranewestin.''

'EM Ê TESLÎM NEBIN'

Gulê Mihemed ku di nav Hêzên Berevaniya Jinê ya Civakî de cih digire got, ew dagirkeriya li se Efrînê şermezar dikin, ew ê heta bi dilopa xwîna xwe ya dawî li rex Efrînê û gelê Efrînê bin û ti caran radestî dijminê xwe nebin.

Mihemed dagirkeriya Tirk a li Efrînê û lêkirina dîwêr bi bîr xist û got, ''Kurd ne Kurdên berê ne û êdî bûne yek. Bi vê hêza xwe dijmin ti caran wê bi me nikaribe.

Ew her ku dibînin em xurt in dîwêr lê dikin. Ji ber vê em ê bi milyonan tim li ser piyan bin. Dema ku dibînin wê bi me nikaribin dîwaran lêdikin, êrîşê bi ser ciwanên me de tînin. Li dijî êrîşan heta dilopa xwîna me ya dawî em ê li ber xwe bidin, li qad û meydanan bin. Gelê Efrînê û Kurd ji wan natirsin. Em ê Rêbertiya xwe azad bikin û bi hev re bin, em ê Efrînê azad bikin.''