PYNK: Divê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bê girtin

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk qadeke berfireh dagir kiriye, divê pêşî lê bê girtin.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) têkildarî rapora Komîteya Lêpirsînê ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li ser sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî nirxand.

Daxuyaniya PYNK'ê wiha ye: "Di raporê de, tawan li dijî komên terorîst ên girêdayî Îtîlafa Sûriyê yên li herêmên kurd mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin sîwan û parastina dewleta Tirk de dimînin, hatin nîşandan.

Komîteyê di rapora xwe de diyar kir ku sûcên ku li wan herêman têne kirin mîna kuştin, talankirin, koçberkirin, îşkencekirina derûnî û bedenî, destavêtin, qirkirina olî û nijadî, talankirina berhemên dîrokî û olî yên herêmê, meşandina siyasta birçîbûn û dorpêçkirinê, desteserkirina bi malên şêniyên resen a bi zanabûn ji hêla komên çeteyan û gelek binpêkirinên din, digihêjin asta sûcên şer.

Em vê rapora ku beşek biçûk ji hovîtiya sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Kurd li herêmên Kurd ên dagirkirî di çarçoveyek siyasî şermûk ji hêla Îtîlafa Sûriyê ve ya ku fermana xwe ji dewleta Tirk digire, bi erênî dinirxînin. Nexasim ku dewleta Tirk desteka rêxistinên terorîst ên cuda di serî de DAIŞ`ê dike û wan derbasî nava artêşa nîştimanî ya Sûriyê kir da ku ji civaka navneteweyî re bêje ku ew desteka DAIŞ`ê nake.

Di heman demê de ji bo hinek beşên taybet di raporê de yên girêdayî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, em agahiyên ku hatine nivîsandin red dikin û bang li komîteyê dikin ku serdana herêmê bikin û ji wan îdiayan piştrast bibin.

Em bang li civaka navneteweyî di serî de Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Amerîka, Rûsya, Konseya Ewlehiyê û rêxisitnên mafên mirovan dikin ku bi erkên xwe rabin û sûcên hovane yên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin rawestînin. Dagirkirina herêmên Kurd û herêmên Sûriyê yên din bi dawî bikin. Berpirsên van sûcan darizînin ji ber ku sûcên şer in. Divê bi lez tevbigerin û rê li pêşiya harbûna dewleta Tirk û terora wê bigirin a ku bûye hîmeke belavkirina tevlihevî û terorê li herêmê, ji Sûriyê bigire heta bigihêje Iraq, Yewnanistan, Qibris, Ermenistan, rojhilatê Deryayê Spî, Yemen, Lîbya û gelek dewletên din."