PYNK: Divê her kes bi HDP'ê re be

PYNK têkildarî 'Doza Kobanê' nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide tola DAÎŞ'ê hilîne û siyaseta Kurd tasfiye bike. PYNK'ê bang li h er kesî kir ku li dora HDP'ê bicivin.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) têkildarî 'Doza Kobanê' daxuyaniyek da û diyar kir ku darizandin ji bo tasfiyekirina siyaseta Kurd tê kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dijminatiyê li gelê Kurd dike û Erdogan dixwaze HDP'ê bêbandor bike.

Di daxyaniyê de hate gotin, "Ev doz ji ber ku gelê me sala 2014'an li dijî êrişên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê dakete qadan, hate destpêkirin. Dema ku Kobanê hate dorpêçkirin komkujiyên gelekî mezin hatin kirin. Gelê me jî piştgirî da Kobanê.

'DEWLETA TIRK LI PIŞT DAÎŞ'Ê SEKINÎ'

Di serî de Koalîsyona Navneteweyî dinyayê piştgirî da Kobanê. Lê belê dewleta Tirk li pişt DAÎŞ'ê sekinî ji bo Kobanê bikeve. Îro jî bi rêya dadgehên neserbixwe piştevaniya gelê me mehkeme dike. Erdogan tola DAÎŞ'ê ya li Kobanê têk çû hiltîne. Ev darizandin parçeyek ji hewldana girtina HDP'ê ye. Ji xwe bi salan e li dijî HDP'ê polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. HDP'î têne girtin. Parlamenteriya wan tên xistin. Qeyûm li şaredariyan têne danîn. Li şûna wan jî kesên bi Erdogan ve girêdayî tên bicihkirin.

'DIVÊ DEST LI ERDOGAN BÊ WERDAN'

Civaka navneteweyî divê dest li Erdogan werde ku qanûnên li Tirkiyeyê jî binpê dike. Muxalefeta li Tirkiyeyê jî divê li gel HDP'ê be. Polîtîkayên qirêj ên îro li dijî HDP'ê tên meşandin sibe wê li hemberî partiyên din ên muxalefetê bên kirin. Lewma hemû partî divê li dijî faşîzma Erdogan bibin yek."