PYD: Tawanên hikumeta Şamê krîzê girantir dike

PYD'ê ragihand ku tawanên hikumeta Şamê li Rêveberiya Xweser dike, krîzê girantir dike.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê bang li hikumeta Şamê kir ku rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di parastina yekîtiya Sûriyeyê û têkbirina DAÎŞ'ê de înkar neke û teqez kir ku tawanên wê tenê aloziya Sûriyeyê kûrtir dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ligel têkçûna aborî û siyasî ya li Sûriyeyê û rewşa trajîk a li herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, penabertiya bi milyonan Sûriyeyiyan û qetilkirina bi hezaran ji keç û xortên Sûriyeyê, rayedarên Sûriyeyê daxuyaniyan didin, tê de dijminatiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û saziyên wê yên siyasî û parastinê dikin û carekê bi cihêxwaziyê û carekê jî bi ajantiyê tawanbar dikin.

Ev daxuyanî rastiyê berovajî dikin û rê li pêş hewldanên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya giştî li Sûriyeyê digirin. Ji ber ku berpirsê yekemîn ê hebûna Emerîka, Rûsya û hin dewletên navneteweyî ne, her wiha berpirsê rewşa kirêt a gelê Sûriyeyê, yê ku van daxuyaniyan dide bi xwe ye.

Ne ji têkoşîn û berxwedana QSD'ê û fedakariyên wan bûya, Sûriyeyê nikarî yekîtiya xakê biparêze, ji ber ku wê DAÎŞ û dewleta Tirk dest danîbana ser Sûriyeyê.

Di demekê de ku divê em refên xwe li dijî yên ku xaka me dagir kirine û gefan li paşeroja welatiyên Sûriyeyê dixwin bikin yek, em dibînin ku rejîma Şamê xwe dispêre siyaseta înkarkirin û paşguhkirina rola nîştimanî ya QSD'ê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk. Ev yek wê tenê rewşa parçebûnê ya li Sûriyeyê kûrtir bike.

Normalîzekirina têkiliyan ji aliyê hikumeta Şamê ve bi dewletekê yan du dewletan re nayê wateya serketinê. Ji ber ku serketina rasteqîn ew e ku wekî welatiyên Sûriyeyê em dozên xwe bi awayekî aştiyane û li ser bingeheke demokratîk çareser bikin. Em ne bi çareya leşkerî re ne, lê belê em ê li hemberî siyasetên ku hebûn û îradeya me dikin hedef, teslîm nebin.

Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dirêjahiya salên aloziyê de me xwe spart hêza xwe û bingeha serxwebûna biryarê dûrî bandorbûna bi ajandayên derve. Li ser vî esasî me di yek xendekê de şerê dijminên xwe kir û destketî bi dest xistin. Em ê li gorî vê rêgezê bimeşin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin ku mafên tevahî Sûriyeyiyan misoger bike.

Bijarteya yekane ya rizgariya ji vê rewşa trajîk diyalog û danûstandina Sûrî-Sûrî ye û çi bijarteyên din krîzê kûrtir dikin û xwîna Suriyeyiyan dirêjin.

Têkildarî tawanên ajantiyê, em dixwazin bînin bîra rayedarên Şamê ku reftarên wan ên çewt û zordariya li dijî gelê xwe rê da hêzên herêmî û navneteweyî werin Sûriyeyê. Heke em bi rastî xwedî maleke Sûriyeyî ya yekbûyî ne û jiyana hevbeş di vê malê de ji me re girîng e, divê em bicivin û li ser çawaniya jiyanê di vê malê de nîqaş bikin. Piştre em li hev bikin kî dijmin û kî dostê me ye. Da ku em bi hev re bi dostê xwe re li gorî pêdiviyên dostaniyê û bi dijmin re li gorî pêdiviyên dijminahiyê bidin û bistînin. Lê tawanên ji dûr ve û bi rêya dezgehên çapemeniyê, em bawer in ku ev kiryar nakeve xizmeta çareseriya Sûriyeyê û ne jî xizmeta gelê Sûriyeyê.

Divê tevahî Sûriyeyî ji xîtaba nefretê ku dikeve xizmeta dijminên me dûr bikevin, divê em bi hev re ji bo rizgarkirina herêmên me ji dagirkeriya Tirk û avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku rûmeta tevahî welatiyên Sûriyeyê biparêze, bixebitin."