PYD: Serhildana 12'ê Adarê bingeha şoreşa Rojava ye

PYD'ê ji ber salvegera 20'an a komkujî û serhildana Qamişloyê daxuyaniyek da û got, "Hem yek ji faktorên bingehîn ên şoreşa Sûriyeyê ye, hem jî hîmê Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an e."

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya salvegera 20’an a Serhildana Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi aloziya li Sûriye, Xeza, Yemen, Sûdan û Ukrayna û gelempertiya Rojhilata Navîn û rojhilatê Asyayê hat kirin û hate gotin: "Ev alozî nîşan dide ku pirsgirêk di şeklê dewleta navendî de ye ku xwe li Rojhilata Navîn ferz kiriye û hêviyên gelên herêmê, di serî de gelê Kurd, rastiya wî ya dîrokî, siyasî û erdîngarî de paşguh kiriye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Serhildana 12’ê Adara 2004’an ne rewşeke tevliheviyê mîna ku rejîma Şamê îdia dike û wiha hat domandin: "Serhildana 12’ê Adarê serhildaneke rasteqîn e ku ji Qamişloyê dest pê kiribû. Di encama vê serhildanê de 40 kes şehîd bûn, bi dehan kes birîndar bûn û bi sedan Kurd ji aliyê saziya ewlehiyê ya Sûriyeyê ve hatin girtin û îşkence li wan hat kirin. Serhildan li gelemperiya herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şam û Helebê belav bû, dengvedaneke mezin çêkir. Serhildan yek ji hêmanên sereke yên şoreşa Sûriyeyê ya di navîna Adara 2011’an de dest pê kiribû ye, her wiha bingehê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an e.  Armanca şoreşê ew e ku were kişandin ser vê yekê ku pêwîstiya pSûriyeyê bi guhertîn û demokrasiyê heye û di serî de pirsgirêka Kurdên li Sûriyeyê wekî dozeke nîştimanî, pirsgirêkên li herêmê werin çareserkirin."

Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana 12’ê Adarê hatin bibîranîn û hate gotin, armanca pergala serdest a navendî ya derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de û lîstina bi nirxên serhildanê negihiştin serî.

Di daxuyaniyê de bi wesîleya salvegera 20’an a Serhildana Qamişloyê, di serî de hêzên Kurdan bang li tevahî hêz, partî û kesayetên welatparêz hat kirin ku yekitiya xwe ava bikin û helwesta xwe ya siyasî pêk bînin û dawî li berjewendiyên siyasyî yên teng bînin. Her wiha bang hat kirin ku destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.

Di dewama daxuyaniyê hate diyarkirin ku rêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê biryara 2254’an e û li ser pergala Rêveberiya Xweser jî hate gotin: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimûneyeke girîng e ku armancên wê pêkanîna îstiqrar û aştiyê li herêmê û Sûriyeyê ye.”