PYD: Rizgarkirina Efrînê yek ji stratejiya me ya bingehîn e

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 4’an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê got “Rizgarkirina Efrînê yek ji stratejiya me ya bingehîn e.”

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 4’an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê daxuyanî da.

Di daxuyaniya PYD’ê de ev tişt hate diyarkirin

“Ev 4 sal in dewleta Tirk a dagirker kantona Efrîn dagir kiriye. Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re madeya 51’an a Neteweyên Yekbûyî (NY), pergala Roma ya dadgeha cezayan a navneteweyî, lihevkirina Lahay a sala 1907’an binpê kir.

Ji ber mudaxeleyên aliyên derve û hundir, şerê li dijî Efrînê dest pê kir. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcên hovane li dijî sivîlan pêk anîn, demografiya wê, navên gundan û bajarên guhertin. Ji ber tirs û xofa jenosîdê şênî neçar man koçber bibin.

Bi vê boneyê, em berxwedana gelê xwe ya 58 rojan silav dikin.

Em bang li NY û rêxistinên hiqûqî û hemû dewletên cîhanê dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin, erkên xwe li hember gelê Efrînê û herêmên dagirkirî bînin cih.

Em berxwedana gelê xwe yê koçber silav dikin. Em ji wan re piştrast dikin ku rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî yên din ji stratejiyên me yên bingehîn in.”