PYD’ê û Kevana Zêrîn komplo şermezar kirin
PYD’ê ragihand, “Komployê hemû gelên Rojhilata Navîn kir armanc” û Tevgera Çandê ya Jin Kevana Zêrîn jî peyama “Emê tecrîdê bişkînin û Rêberê xwe azad bikin” da.
PYD’ê ragihand, “Komployê hemû gelên Rojhilata Navîn kir armanc” û Tevgera Çandê ya Jin Kevana Zêrîn jî peyama “Emê tecrîdê bişkînin û Rêberê xwe azad bikin” da.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 23. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komploya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn kir armanc. Dixwest wî bike robotek da ku xizmeta pergala kapîtalîst bikin.”
‘AZADİYA RÊBER APO, AZADİYA GELÊ KURD Û HEMÛ GELÊN ROJHİLATA NAVÎN E’
Di daxuyaniyê de Meclisa Giştî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya parêznameyên ku ji dadgeha mafên mirovan a Ewropayê re pêşkêş kiriye di nav de paradîgmaya neteweya demokratîk, ji bo neteweya Kurd û neteweyên din ên li Rojhilata Navîn çareserî ye û rê li pêşiya nakokiyên gelan digire ku hêzên mêtînger sûdê jê digirin.
Di daxuyaniyê de Meclisa Giştî ya PYD`ê ev yek destnîşan kir: “Em bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ne. Ji bo me ev girêdana bi fikir û felsefe û azadiya wî, erkek mirovî ye. Heke em bixwazin azadî, demokrasî û aştî di navbera gelan de belav bibe, divê em azadiya Rêber Apo misoger bikin. Ji ber ku ew endazyarê van projeyan e ku ji bo civakên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bi giştî girîng e. Em bang li hêzên demokratîk, rêxistinên mirovî dikin ku xwedî li nirxên ku Rêber Apo banga wê dike, derkevin."
Meclisa Giştî ya PYD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn e.”
KEVANA ZÊRÎN: DIVÊ EM Lİ SER PERSPEKTÎFÊN RÊBERTÎ BİMEŞİN
Tevgera Çandê ya Jinan a Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku bi saya perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploger negihaştin armancên xwe.
Kevana Zêrîn diyar kir ku hêzên komploger nekarîn serkeftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikînin û polîtîkayeke giran a tecrîd û îşkenceyê lê ferz kirin û hate gotin: "Ev berxwedan me xurttir dike û nîşanî me dide ku divê em li ser perspektîfên Rêbertî bimeşin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "15’ê Sibata 1999'an komployek navneteweyî li dijî Rêber Apo pêk hat ku wek Rêberê gelan di dilê wan de ji xwe re cih dîtiye.
Rêbertiya me nehişt komplo bigihêje armanca xwe. Netewedewletên ku bi komployê re negihaştin armanca xwe, niha li hev dicivin da ku tecrîd û îşkenceyên li ser Rêbertî ku tu carî serî li ber wan netewandiye, ferz bikin.”
Kevana Zêrîn wiha daxuyand: “Perspektîfên ji aliyê Rêbertî ve hatin pêşxistin, têra xwe xurt in ku bi hezaran salan têra gelan bikin. Berxwedana Rêbertiya me, me bihêztir dike û hê zelaltir nîşanî me dide ku divê em li gorî perspektîfên wî bimeşin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha lê hate zêdekirin: “Di demekê de ku çand û vîna jinan hatibû tepisandin, jinên ku rêya Rêbertî dişopand, hêzeke ji milyonan pêk tê, derxist holê. Em xebatkarên çandê diyar dikin ku em ê li ser rêya Rêbertiya me bi pêş ve biçin û em ê bi xebatên çandî û hunerî tecrîda li ser Rêbertî bişikînin û Rêbertiya xwe azad bikin. Wek Tevgera Çandê ya Jinan a Kevana Zêrîn em Komploya Navneteweyî şermezar dikin û dibêjin dem dema azadiyê ye û diyar dikin ku heta Rêbertiya xwe ji aliyê fîzîkî ve azad nekin, em nasekinin.”