PYD’ê salvegera avakirina PKK’ê pîroz kir û xwest PKK ji lîsteya terorê were derxistin
PYD’ê salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê pîroz kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku bila PKK ji lîsteya rêxistinên ‘terorîst’ were derxistin.
PYD’ê salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê pîroz kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku bila PKK ji lîsteya rêxistinên ‘terorîst’ were derxistin.
PYD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Şoreşên ku berê dîrokê guherand, ji nava gelên ku bûne qurbaniyên zilm, zordarî û neheqiyê derketin û wek çirûskekê dest pê kir.
Avabûna PKK'ê, encama zilm û neheqiya li ser gelê Kurd bû. Di encamê de mirovên xwedî ramanên azad, îrade û kesayeta Kurd a girêdayî nirxên nîştimanî û mirovî derkete holê. Paşê ew kes bûn kom, piştî konferansa xwe ya damezirandinê di sala 1978’an de bû partiyeke siyasî. Vê partiyê bi exlaq û baweriya kadroyên xwe, girêdana wan a bi nirxên civaka Kurd di warê wêrekî û fedakarî û redkirina serîtewandina ji hêzên zordar re, cihê xwe di dil û ramana hemû Kurdan de girt. Ji ber ku ev yek di pratîkê de pêk anîn, ev partî bû sedem ku wek partiya şehîdan bê binavkirin.
Eniya dijberî azadiya gelan û mafên wan ên demokratîk û di serî de dewleta Tirk bê deng nema. Lê belê ji bo pêşî li belavbûna fikr, exlaq û ruhê berxwedanê yê partiyê di nava gelê Kurd û gelên din de bigire, serî li hemû şêwazên zext, şîdet û reşkirinê da û mîna di dîrokê de rû daye, di nava Kurdan de sîxurtî bi pêş xist. Paşê partî kir “lîsteya terorê” da ku tevgerên wê li qada cîhanê asteng bike û nehêle têkiliyan bi sazî û rêxistinên navneteweyî re deyne. Dema dît ku Tevgera Rizgarkiriya Kurdistanê her ku diçe mezintir dibe û li pêşiya planên wê yên li herêmê bi giştî dibe astengî, komploya navneteweyî bi tevlêbûna hemû hêzên hegemonîk pêk anî da ku pêşengê vê têkoşînê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire.
Ruxmî van hemû hewldanan û dijminahiya eşkere jî partiyê bi nirx û fedekariya kadroyê xwe û fikrê saxlem ê Rêber Apo bi pêş xistiye, karî paradîgmayeke nûjen a bi navê projeya "neteweya demokratîk" li gorî rêgezên "federalîzma demokratîk" ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye di pratîkê de pêk bîne. Ev pradîgma biratiya gelan û jiyana hevbeş li şûna şer dipejirîne. Ev şerê ku ji bo destwerdaneke derve û hêzên mêtinger zemîneke xurt diafirîne. Vê partiyê bi fedakarî û biryardariya endam, alîgir û tifaqên xwe karî li hemberî hêzên herî tarî hegemonîk û rêbazên tinekirinêli ber xwe bide. Ji ber wê vê partiyê di dilê gelên cîhanê de cihekî hêja bi dest xist. Edî gel wê wekî rizgarkera xwe û parêzvana ji terora cîhanî dibîne.
Em 43'yemîn salvegera damezirandina PKK'ê li gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em bawer dikin ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye çavkaniya wêrekî û mînaka fedakariyê ji bo parastina gelan û mafên wan. Em wê weke çavkaniyeke fikrî û felsefî ya projeya neteweya demokratîk dibînin ku em ji bo avakirin û pêkanîna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin. Em bang li hemû hêzên alîgirê demokrasî û mafên mirovan dikin ku ji bo derxistina wê ji “lîsteya terorê” tevbigerin. Her wiha em bang li raya giştî dikin ku beşdarî kampanyayên bi armanca azadkirina Rêber Apo û rakirina sîfeta “terorê” ji PKK'ê bibin."