PYD’ê êrîşên li ser Mexmûr û Çemçemalê şermezar kir

PYD’ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Çemçemal û Mexmûrê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û hikûmeta Iraqê kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û navçeya Çemçemalê daxuyaniyek da.

PYD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker operasyonên xwe yên qirkirinê li dijî gelê Kurd û gelê herêmê didomîne û got: “Careke din serdestî û sînorê dewlatan bin pê dike. Li Başûrê Kurdistanê li Wargeha Mexmûrê bi balafireke bê mirov li wesayîteke sivîlan xist. Her wiha li gundê Tuteqel ê navçeya Çemçemalê yê parêzgeha Silêmaniyê bomebebaran kir. Di encama êrîşa hovane de 5 welatî şehîd bûn û yek birîndar bû."

PYD'ê got ku kiryarên derexlaqî yên dewleta Tirk a faşîst û nejîdperestiya wê li dijî gelên herêmê û gelê Kurd bi taybet êdî bûye pirsgirêkeke rasteqîn û astengiyeke mezin li pêşiya aştî, ewlehî û istiqrara di navbera gelên Rojhilata Navîn de.

PYD‘ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî, desteyên mafên mirovan û saziyên demokrat ên cîhanê kir ku dawî li êrîşan bînin. Herî dawî PYD’ê bang li hikûmeta Iraqê kir û got: “Berpirsyartiyên xwe wekî dewleteke xwedî serdest bi cih bîne û li hemberî binpêkirinên faşîzma Tirk bêdeng nemîne.“