PYD: Betalkirina wekîltiyê armanc tinekirine

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) betalkirina 2 wekîltiyên HPD’ê û 1 a CHP’ê şermezar kir û got: “Bi van pêkanînan dixwazin dengê gelê Kurd qût bikin û piştre jî tine bikin.”

MeclÎsa Giştî ya PYD`ê têkildarî girtina parlamenterên HDP`ê Leyla Guven û Musa Farisogûllari daxuyaniyek da.

Meclîsê diyar kir ku ji roja ku AKP hatiye ser desthilatê van kiryaran pêk tîne û armanca wê ji vê yekê çewisandina tevgera muxalîf li derve û hundirê e, mînaka wê jî dema plana tunekirina Kurdan diyar kir, lewma ji beriya 5 salan ve kêlî bi kêlî şer dike, kiryarên çewisandinê û tunekirinê dide meşandin heta muxalîfan qetil dike.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser kiryarên dawî yên AKP`ê yên xistina wekîltiya parlamenteran, li şûna ku bibûna sembola azadiyê dema nêrînên xwe parve kirin, ew girtin. Tê zanîn ku Leyla Guven 200 rojan di greva birçîbûnê de mabû.

Meclîsê girtina parlamenteran şermezar kir û wiha daxuyand: "Kiryarên wiha hewldana têkbirina nefesa gelê Kurd û qirkirina wê ye. Her wiha kiryarên faşîzma Tirk pêk tîne ji dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dikevin çarçoveya kiryarên derexlaqî û bi qanûnên navnetewyî re bi nakok in.”

Meclîsê bang li hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz kir ku li dijî gefên li ser ewlehiya herêmê bisekinin.