Pûtîn: Wê Soçî pêk were, Erdogan: Em ê li rejîmê bixin

Dewleta Tirk li Sûriyeyê bang li NATO’yê kir ku bila were Idlîbê. DYE got, “Em ê mudaxeleya leşkerî nekin. Rûsyayê got, “Wê Soçî pêk were”, Erdogan jî got ku “Em ê li her derê li rejîmê bidin.”

Li Idlîbê aloziya di navbera dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriye-Rûsyayê de didome. Dewleta Tirk banga alîkariyê ji NATO’yê kir. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan bi telefonê axivîn. Piştî piştgiriya NATO’yê Erdogan got ku “Li her derê em ê li rejîmê bidin.”

Artêşa Tirk ber bi Idlîbê ve gelek sewqiyatên leşkerî kir. Artêşa Tirk gelek wesayîtên zirxî, tank û obus şand Îdlîbê.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di warê Idlîbê de piştgirî da Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYE’yê James Jeffrey duh di serdana Enqereyê de got “Şehîdên me hene, serê we sax be.” Piştî van daxuyaniyan dewleta Tirk bi awayekî fermî ji NATO’yê piştgirî xwest.

DEWLETA TIRK JI NATOYÊ ALÎKARÎ XWEST

Wezîrê Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê Hûlûsî Akar ji ajansa nûçeyan a Assocîated Pressê re axivî û ji ber rewşa li Idlîbê piştgiriyeke şênber xwest. Akar got ku “NATO, Ewropa û dinya divê ji nêz ve li vê meseleyê binihêre û piştgiriyeke şênber bide.” Akar diyar kir ku ew ê ji 12 bendên çavdêriyê jî dernekevin.

KREMLÎN: WÊ PEYMAN PÊK WERE

Pûtîn û Erdogan jî duh li ser meseleya Idlîbê bi telefonê bi hev re axivîn. Kremlînê derbarê vê hevdîtinê got ku “Li ser vî tiştî md li hev kir ku divê li gorî peymanan were tevgerîn.”

Kremlîn qala peymana Soçiyê ya di 17’ê Îlona 2018’an de dike. Rûsya diyar dike ku Tirkiye qewlên xwe yê peymanê pêk nayne.

ERDOGAN: LI HER DERÊ EM Ê LI REJÎMÊ BIDIN

Erdogan diyar kir ku Rûsya û Îran li Idlîbê li sivîlan dide û got ku “Heke êrîş were kirin, bêyî ku em girêdayî Soçiyê bin, em ê li her derê li rejîmê bidin. Em li ser biryara xwe ne ku heta dawiya meha Sibatê em rejîmê derxînin pişt bendên çavdêriyê. Çi hewce bike, em ê bikin.” Erdogan diyar dike ku nêta wan a vekişandina ji Îdlîbê tune.

ARTÊŞA SÛRIYEYÊ: EM AMADE NE BERSIVÊ BIDIN DAGIRKERIYÊ

Serokatiya Artêşa Giştî ya Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Idlîbê da û got ku “Hêzên çekdar wê peywirên xwe yên qanûnî û neteweyî pêk bînin. Em amade ne ku bersivê bidin dagirkeriya dewleta Tirk.”

DYE: EM Ê MUDAXELEYA LEŞKERÎ NEKIN

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Serokê DYE’yê Donald Trûmp got ku “Ne bawer im di warê leşkerî de, em mudaxele bikin. Rewş xerab e, lê em ne di wê pozîsyonê de ne ku em çalakiyên Rûsya, Îran û Esad bidin sekinandin.”

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû jî diyar kir ku heyeteke Tirkiyeyê wê biçe Rûsyayê û li ser Îdlîbê hin hevdîtinan bike.